Cenazeyê Ayşe Buluttekin salek şûnde teslîmê malbatê hat kirin 2018-09-19 09:17:26   ŞIRNEX- Ayşe Buluttekîn ya di dema qedexeya derketina derve ya Şirnexê de ji bo şîr ji pitika xwe re bikire derket derve, li ber derî hedef hat girtin û hat qetilkirin, cenazeyê wê salek şûnde teslîmî malbatê hat kirin. Cenaza tevî hemû daxwazên malbatê bi hinceta ‘ne sîvîl bû’ hat qetilkirin.   Ayşe Buluttekîn li Sîlopiya Şirnexê 3 sal berê di dema qedexeya derketina derve ya hat îlankirin de jiyana xwe ji dest dabû. Ayşe ji bo şîr ji pitika xwe ya 6 mehî re bigire derketibû derve û li ber derî hatibû qetilkirin. Ayşe di 29’ê Kanûnê de li ber derî bi guleya li sînga wê ket jiyana xwest dest da. Cenazeyê wê 10 rojan li mal ma û salek şûnde jî dabûn malbatê. Daxwazên malbatê yên ji bo girtina cenazê jî bi hinceta ‘ew ne sivîl e’ hat redkirin.   ‘Birayê min xwe davêt ser cenazê û li şîr digeriya’   Keça wê Hatîce Buluttekîn tiştên wê rojê hat jiyîn wiha vegot: “Roja yekşemê bû. Dayika min ji bo birayê min yê 6 mehî Rustem re şîr bigire derket ber derî. Hîna li ber derî bû dengê qêrînê hat. Ez çûm xwarê mîn dît ku dayika min birîndar bûye. Me ew girt û anî jor. Gule li sînga wê ketibû. Destê wê germ bûn. Stûyê wê cemidî bû. Piştî demekê min fêm kir ku dayika xwe min jiyana xwe ji dest daye. Cenaza wê 10 rojan ligel me ma. Birayê min xwe davêt ser cenazê û li şîr digeriya. Piştre ew ji malê derxistin û birin mizgeftê. Lê nehiştin em biçin. Wê navberê min birayê xwe bi bîberonê xwedî kir.Wekê din tiştek nedixwar. Piştî dayika min ji malê birin em jî birin salona sporê ya girtî. Em ji wir derbasî taxek din bûn. Ji wê rojê şûnde min dayika xwe nedît.   ‘Me salek şûnde dît’   Hatîceyê destnîşan kir ku cenazeya dayika wê beyî wan defin kirine û wiha got: “Me cenaze dixwest wan jî digot ‘ne sivîl e, terorîst e’. Salekê em bi testên DNA’yê li cenazeyê geriyan. Salek şûnde me cenaze dît.”   ‘Jinek dayika 7 zarokan bû’   Hatîceyê daxuyakirin ku piştî qedexeyê tevî hemû daxwazên wan yên lêpirsînê rastî gotinên ‘ew ne sîvil bû, alîkarî daye terorê’ hatine û wiha dawî lê anî: “Me bi dehan carî serlêdana sûc kir. Lê hemû bi heman hincetê hatin redkirin. Dayika min jinek dayika 7 zarokan bû. Em dixwazin kujerên dayika min bên dîtin û darizandin. Em dixwazin edelet pêk bê.”