Parêzeran bertek nîşanî heyeta dadgehê da 2018-09-18 15:51:52   ÎZMÎR - Parêzerên OHP, ÇAG, ÇHD û HHB’ê, derbarê hempîşeyên xwe yên hatin berdan û cardin hatin girtin de daxuyanî dan çapemeniyê. Parêzeran, diyar kirin ku daraz di bin zextê deye û gotin: “Em bang li şande û serokê dadgeha Cezayê Giran a 37’emîn dikin, cubeyên xwe derxin û îstîfa bikin. Gelo kê guhê we kêşandiye?    Parêzerên endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), Koma Parêzerên Hemdem (ÇAG), Buroya Hiqûqî ya  Gelan (HHB) û Komelya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ê bi armanca piştgiriya hempîşeyên xwe yên hatin berdan û cardin hatin girtin de daxuyanî dan çapemeniyê û çalakî pêk anîn.    Gelek parêzser li ber Edliya Îzmîrê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê parêzeran endamê ÇHD’ê Erdogan Akdogdu daxuyanî da.    Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: " Hiqûqnas hatin berdan, lê cardin ji aliyê heman heyetê ve hatin girtin. Gelo di nava  24 saetan de çi bû  ku cardin hevalên me girtin. Di vî warî de serokê Dadgeha Cezayê Giran a 37’emîn a Stenbolê û endamên wê divê daxuyanî bidin raya giştî. Ey dadgerno em tenê ji we re dibêjin li dîrokê mêze bikin û pêşeroja xwe bibînin. Hemû tişt dê were jibîrkirin, lê tu carî ev bêedaletî dê neyê ji bîrkirin. Wijdana hempîşeyên me yên we azadiya wan dizîn dê tu carî dest ji we bernede. Bêguman dê rojekê naleta bêedaletî û bêmafiyê wê perstûka we r bigire. Em ê vê şermê tim bînin bira we. Gelo kê guhê we kêşandiye?”