'Jina azad misogeriya Sûriyeyeke azad e' 2018-09-18 10:26:48   Îlham Eloso   GIRÊ SIPÎ-Endama Rêveberiya Meclîsa Jinên Sûriyê li Kantona Girê Sipî diyar kir ku armanca vekirina buroya Meclîsa jinên Sûriyeyê li Girê Sipî ew e ku hemû jinan perwerde bikin.   Di 12`ê vê mehê de li Bakûrê Sûriyê li herêma Firetê li Kantona Girê Sipî Buroya Meclîsa jinên Sûriyê bi pênc jinên ku ji jinên kurd û ereb pêk tê hat vekirin. Armanca buroyê ew e ku tevlîbûna jinên ereb di nava perwerdê, siyaset, aborî û civak bûyînê de zêde bike.   Endama Rêveberiya Meclîsa jinên Sûriyê li Kantona Girê Sipî Şemsê Sîno ji nûçegihana ajansa me re axivî û diyar kir ku wê vekirina buroya Meclîsa Jinên Sûriyê li Girê Sipî ji bo jinên ereb bibe sedema gavên girîng ji bo pêşketin û vînbûnê.   'Jinên ereb jî xwedî armanc in'   Şemsê Sîno diyar kir  ku wê piştî rizgarkirina jinên Girê Sipî ji çeteyên DAIŞ`ê êdî tevlîbûna nava xebatan ji milê siyasî, aborî û civakî zêdetir dibe û wiha dirêjî da axafitina xwe "Vekirina biroya Meclîsa jinên Sûriyê li Girê Sipî gav avêtineke erênî ye ji bo jinê. Ji ber ku hêjmara jinên ereb li Kantona Girê Sipî bêhtir e. Ji bo vê jî armanca me tevlîkirina jinên ereb di nava beşên Siyasî û aborî de zêdetir kirine."    'Armanca me perwerdeya jinê ye'   Şemsê anî ziman ku perwerde  ji bo her jinê armanc e û wiha got: "Ji bo jinê îrade girîng e ji bo vê jî piştî ku em ji jinên ereb û kurd li Girê Sipî desteyekê ava bikin ew ê cihê xwe di vê meclîsê de, li hemû deverên Sûriyê û Bakûrê Sûriyê bigrin e. Ji bo jin  keseyeta xwe nas bikin û xwedî li îradeya xwe derbikevin ev girîng e. Ji bo vê em weke endamên meclîsa Jinên Suriyê çi ji destên me were em ê ji bo azadiya jinên ereb jî bikin, çi ji milê manewî û çi jî ji aliyê madî ve be  em ê bibin alîkar.”   `Azadiya jinên ereb girîng e'   Şemsê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Gelek planên me li Bakûrê Sûriyê hene, bi taybetî jî, ji bo jinên ku ji pêkhateyên ereb in. Ji ber ku van jinan bi hezaran sal e  heta roja îro bi zordestiya mêr re rûbirû mane. Ji bo vê jî pîvana me ya esasî ew e ku jina bindest karibe hebûna xwe  diyar bikeye. Her wiha wekheviya di navbera jin û mêr de  wê bi riya perwerdeyê were şênberkirin. Ji ber vê jin li ku dibe bila bibe rola wê girîng e.”   `hebûna jinê bi xwe berxwedan e`   Şamsê Sîno anî ziman ku hebûna jinê bi xwe berxwedanekê mezine û wiha got: "Piştî evqasî berxwedan û têkoşînê derketina jinê ji malê bi serê xwe şoreşeke mezin e. ji ber ku weke jinê çawa çek xist desên xwe û li hemberî dijminê xwe şer kir, wê azadiya xwe jî bi xwe bigire.   Fêrikirina riya rast ji bo zarokan di destên jinê deye. Ji bo vê jî her tim mafên wê tên binpêkirin.  Heta niha li tu derê jin ne azad e."    'Ger ku jinên kurd û ereb dest bidin hev wê azad bibin'   Şemsê destnîşan kir ku jinên ereb û kurd dest li hemberî bindestiyê dan hevdu û wiha got: "Em wekê Meclîsa jinên Sûriyê ji bo her neteweyekî  li ber xwe didin.  Jinên kurd û ereb dest dane hev. Bawariya me heye ku wê hemû jin bibin yek, ji ber ku armanca hemû jinan yek e û ev jî azadî ye. Li vir jî wê jin li Bakûrê Sûriyê  bibin mînak.”   'Jina azad misogeriya Sûriyeyeke azad e'    Şemseyê di  dawiya axaftina xwe de wiha got: "Şerê ku li Bakûrê Sûriyê hat meşandin hemû  li ser jinê bû. Ji bo vê jî dema ku em qala pêşeroja Sûrîyeyek nûh dikin em dizanin ku wê jin roleke mezin bilîze.  Ji ber ku jina azad encax dikare  Sûriyeyeke azad misoger bike. Em jî jina azad biafrînin."