Arîna ku pir kîlo winda kiriye, bin çavên wê mor dibin 2018-09-18 09:13:58   ENQERE - Arîn ya bi dayika xwe Esma Yilmaz re li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Rihayê dimîne, rewşa wê her diçe xera dibe. Bavê wê diyar kir ku Arînê gelek kîlo winda kiriye û bin çavên wê mor bûne û her wiha got sê zarokên wî yên din jî psîkoliya wan xera bûye.   Arîn Yilmaz a 15 mehî ku bi dayika  xwe Esma Yilmaz re li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Rihayê dimîne, şert û mercên tenduristiya wê nehatin sererastkirin. Mihdî Yilmaz ê her rojên pêncşemê diçe hevjîn û keça xwe dibîne, der barê rewşa keça xwe Arînê de axivî û got roj bi roj kîlo winda dike. Mîhdî da zanîn ku di hevdîtina dawî de hîn kiriye ku dermanên dane Arînê rê li ber helîna hestiyan vekiriye û hevjîna wî Esmayê ji ber derman daye birîn. Mîhdî daxuyakirin binê çavê keça wî mor bûne û ji ber ji şîr hatiye vekirin û şert û mercên girtîgehê her diçe kîlo winda dike.   ‘Roj bi roj kîlo winda dikin’   Mîhdî wiha got: “Hevjîna min di koxuşek 30 kes têde dimînin de dimîne. Ev ji bo zarokê pirsgirêk e. Duh ez bi Esmayê re bi telefonê  axivîm. Esmayê got koxuşek nû hatiye vekirin û tenê jinên zarokên wan hene wê lê bimînin. Psîkolojiya hevjîna min her diçe xera dibe. Li ber çavê wê zaroka wê her diçe xera dibe. Dilê wê berxwe nade. Ji ber şert û mercan nikare li Arînê binêre. Di koxuşa nû de 13 dayik û zarokên wan hene. Her wiha li derve jî sê zarokên min hene. psîkolojiya wan jÎ ne başe. Malbata min belav bû. Kurê min yê mezin li gel amojna xwe ye. keçek min li cem bapîra xwe ye. Ez û keça xwe ya biçûk jî li cem dayika xwe me. Em hemû li cihên cudane. Ez hewl didin psîkolojiya wan baş bibe. Malbata min belav bû. Bila demildest pêşî li vê rewşê bê dayîn.”