Perwerde veguherîne li ser heqîqetê ye 2018-09-17 16:42:14   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Akadimiya Şehîd Şîlan Kobanê ya perwedeyê dewreya xwe ya 3'emîn li Herêma Firatê bi navê 'Şehîd Amara Kobanê` da destpêkirin.   Akadimiya şehîd Şîlan Kobanê di 15'ê vê mehê de perwerdeya bi navê şehîd Amara Kobanê bi tevlîbûna 30 jinan da destpêkirin. Ev perwerd jî ya 3'emîn e ku ji aliyê akademiyê ve tê destpêkirin, beriya vê perwerdê jî ji bo jinên ragihandinê perwerde hatibû destpêkirin.  Dewreya ku hat destpêkriin wê mehekê berdewam bike.    Di perwerdeya ku hat destpêkirin de mijarên wekî  girîngiya perwerdeyê, Jineoloji, têgîn û teorî, heqîqeta rêjîmê, civaka xwzayî, çand û exlaq, Rojhilata navîn, Dîroka Kurdistanê, rastiya Serok, dîroka PKK’ê, moderînteya kaptelîst, netewa demokraîtk, ciniyetparêzî, dîroka jinê, edaleta civakê, aborî, şerê teybet, parstina rewa ew ê bên destgirtin.    'Divê heqîqet derbasî nifşên nû bê kirin'   Ji xwendekarên akademiyê ku li ser perwerdê nêrînên xwe anîn ziman ku Meryem Muhmed Elî ku hevseroka Komîna gundê Dongize û him endama Hêzên Parastina Civakê (HPC) ye wiha nêrîna xwe anî ziman:" Em niha di perwerdeyê de 30 jin in. Her tim ev pirs ji min tê kirin. Tevî temenê te yê mezin tu çima beşdarî perwerdeyê bûyî?. Lê ez dibêjim pêwîst e ku nifşê me jî xwe perwerde bike da ku ev yek derbasî nifşên din bibe."   ‘Divê heqîqet were hînkirin’   Her wiha rêvebera Kongireya Star a herêma Firatê Peyman Aydin ku waneya têgîn û tewriyan dida da diyarkirin ku ev wane cara yekê ye bi zihniyeta jinê tê dayîn û nêrîna xwe berferhtir kir:" Her tim perwerdeya civakê ji aliyê dibistanan ve hatiye dayîn û ew jî bi riya mamosteyan bû. Ew mamoste jî li ser pirtukên ku hatine nivîsîn hatbûn perwerdekirin. Ew perwerde jî bi zihniyeta yek alî dihat dayîn. Civak û pêdiviyên wê û rastiya civakê esas nedihat girtin û hemû tişt berovajî dikirin. Bi taybet di mijara têgînan de ku îro waneya me ye, em dixwazin carek din vegerin bingehê têgînan û bidin nas kirin. Mînak weke peyva Çand û Exlaq pênaseya wê ketiye xizmeta zihniyeta desthilatdar. Lê dema ku em hatin mêjî û zanista jinê ji bo me pêşketinek pêk hat û ev jî bi riya Jineolojî bû."   Peymanê got ku îro di bin sîwana zantista jinê de lêkolîn tên kirin û wiha domand:" Encama van lêkolînan jî rastiya peyv û têgînan ku çawa hatine şiruvekirin û ketine xizmeta kê ye. Îro jî carke din bi rêbazên nû fêmkirineke kûr û watedayîna peyvan vegera li heqîqetyê derket holê."    ‘Divê perwerde ji bingeha civakê de dest pê bike’   Herî dawî jî Fadîle Ebdî ku bi xwe endama rêveberiya Kongireya Star a Kantona Kobanê ye banga tevlîbûna jinan ji bo perwerdeyê kir û got:" Roja yekê me waneya girîngiya perwerdeyê da. Ji bo vê jî daxwaza min ew e ku her jinek beşdarî perwerdeyê bibe. Divê em weke jin xwe di hemû aliyan de pêş bixin. Fikir, raman û siyaseta xwe pêş bixin. Ya ku malbat û civakê perwerde bike jin e. Em bi xwe weke dayîk îro tevlî perwerdeyê bûne. Piştî derketina me ji vir jî, erka me ye ku em bikarbin vê civakê perwerde bikin."