Jinên Kurd li Moskovayê tecrîd şermezar kirin 2018-09-17 14:43:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kurd ên li paytexta Rûsya Moskovayê dijîn, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê  PKK'ê  Abdullah Ocalan û êrîşên li çar parçeyên Kurdistanê yên li ser gelê kurd daxuyaniyek dan çapemeniyê.   Jinên Kurdistanî yên li Rûsyayê dijîn bi daxuyaniyekê li Mala Kurdan tecrîdkirina Rêberê Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan, êrîşên li ser Gelê Kurd şermezar kirin û bal kişand ser fikarên xwe ên derbarê rewşa Abdullah Ocalan de.   'Êrîş û tecrîd ji hev ne cuda ne'   Li ser navê jinan Hevseroka Tevgera Jinên Kurd a Viyan a Moskovayê Tera Qadir daxuyanî da. Qadir destnîşan kir ku weke Jinên Kurd vê faşîzmê napejirînin û ev nêzîkatî nêzîkatiyeke ya kolekirinê ye. Tera bal kişand ser êrîşên li Bakur, Başûr û Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê û got: “Li dijî Gelê Kurd êrîşên hovane tên kirin. Ev êrîşên dijwar ên dewleta tirk ên li ser Gelê Kurd rast e rast girêdan wê bi tecrîdkirina Rêber Apo re heye.”   Terayê di dewama daxuyaniyê de bi bîr xist ku kurd ne kurdên berê ne û destnîşan kir ku wê ti demê dev ji Abdullah Ocalan bernedin. Terayê wiha  got: “ Wê ti demê polîtîkayên qetlîam û asîmlasyonê yên dewleta tirk bi ser nekevin. Azadiya gelê kurd azadiya Rêber Apo ye, gelê Kurd ji derveyî vê tiştekî din naxwaze.”   Bertekên li dijî hovîtiya Îranê   Her wiha Hevseroka Tevgera Jinên Kurd a Viyan a Moskovayê Tera Qadir bal kişand ser darvekirina 3 ciwanên kurd ên ji aliyê rejîma Îranê ve û got: “Ev tişt nayê pejirandin, divê rejîma Îranê dev ji van polîtîkayên xwe yên qirker berde. Gelê Kurd wê li dijî van êrîşan çalakiyên xwe xurtir bike û bersiva pêwîst bide.”