Zarokê ku di Çemê Dîcelyê de winda bû jiyana xwe ji dest da 2018-09-17 13:39:06   ŞIRNEX - Zarokê bi navê Muhammed K. ku ji bo xwe hînik bike ket Çemê Dîcleyê û winda bû ku bi awyê ji ser hişê xwe çûyî hat dîtin li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Zarokê 12 salî ê bi navê Muhammed K. ku li Cizîra Şirexê ji bo xwe hînik bike ket çem û têde winda bû di encama lêgerîna nokaran de bi awayê ji ser hişê xwe çûyî hatibû dîtin û rakiribûn nexweşxaneya navçeyê ya dewletê.  Muhammed K. li gel hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku ew ê cenazeyê Muhammed ji bo otopsiyê bişînin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.   Di rojên borî de jî mirvê bi navê Muhammed El Tamer li nêzî heman cihî di çem de winda bibû û piştî bi demekê cenazeyê wî hatibû dîtin.   Herewiha di mehên dawîn de bi giştî 8 kesî li Çemê Dîcleyê jiyana xwe ji dest da.