Bi Gultan Kişanak re ‘rengê mor yê siyasta Kurd’ 2018-09-17 09:44:50   AMED - Gultan Kişanak ya ji dema 12’ê Îlonê heta niha destkeftiyên têkoşînê girtiye û hatiye, tecrubeyên siyasetmedarên jin kom kir û edîtorên wê jî hevalên wê yên koxuşê bûn. Niha ew jî vegera xwendevanan ya li wan mereq dikin.   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku qeyûm tayînê şûna wê bûye ev salek zêde li girtîgeha Hejmar 1 a Kandirayê girtî ye û di vê pêvajoyê de pirtûka xwe ya bi navê ‘Rengê mor yê siyaseta Kurd’ nivîsî. Pirtûk bi etîketa weşanên Dîpnot di 21’ê îlonê de li pirtûkxaneyan cihê xwe digire. Jinên siyasetmedar yên li girtîgehê jî bi nivîsên xwe piştgirî dan Gultanê. Gultan der barê sedema nivîsandina pirtûkê de axivî.   Gultan pirsên edîtora Jinhayê ku bi KHK’ê hatiye girtin, Zehra Dogan ya niha li girtîgeha Tîpa E ya Amedê ye, bersivand.   *Hun ji sala 2016’an heta niha girtî ne, derbarê vê hûn dixwazin çi bêjin?   Ne tenê ez bi sedan jinên têkoşîna azadî û demokrasiyê dane niha li girtîgehê ne. Têkoşîna jinan di her alî de bi taybet di qada siyasetê de hatiye astek girîng. Destkeftiyên girîng hene. Tevlî rêveberiyan bûne û jin di qadên jiyanê de hatine dîtin. Sedema vê girtina siyasî, neqebûlkirina gel û bi taybet îrada jinê ye. Di 2016’an de operasyonên siyasî hatin destpêkirin û armanc ev ku siyaseta demokratîk bê astengkirin û îradeya jinê bê şikandin. Li holê hiqûq û darizandinek adîlane tune ye. Bi hevseroka DBP'ê  Sebahat Tuncel re dozên me kirin yek. Em her du jî carekê tevlî runiştinê nebûne. Li gorî xwe darizandinê dikin. 9 runiştin derbas bûn. Di vê pêvajoyê de yakene tişta bê kirin parastina rumet û mezinkirina hêviyê bû.”   *Hem tecrubeya we ya siyasî û hem jî ya rojnamegeriyê heye. Niha hûn aliyê xwe yê nivîskairyê parve dikin. Tişta we ber bi nivîsandide da çi bû?   Di dîrokê de hema hema jin tune ye. Mêran çi xwestibe ew nivîsîne. Di dîroka nêz de ked, têkoşîn û destkeftiyên girîng hene lê ger em bipirsin ‘me çiqas nivîsiye’, em dibînin ku jin bi hewcedariya nivîsê re hatine rû hev. Ya ez ber bi nivîsandinê birim ev bû. Hevalan digot çima tu nanivîsî. Di nameyan de dihat gotin divê tu binîvsî. Tevî di navberê de 38 sal derbas bûne, hina ji ber pirsgirêka kurd bi hezaran jin li girtîgehan hene û ji ber vê min got divê em binivîsin.    *Me heta niha çîroka jinên xwedî tecrube wisa ji nêz ve nexwendibû. Fikrek wisa çawa çêbû?   Min dixwest ez pirtûkek li ser destkeftî û tecrubeyên jinên kurd binivîsim. Siyaset qadeke ku mêr lê serdest in. Em çawa hatin vê rojê, veguhestina civakî çawa çêbû? Min got divê pirtûkek bersiva van pirsan bide hebe. Ji ber ku di girtîgehê de derfetên me ên komkirina belge, agahî û lêkolînê tunebûn. Tenê li ser zanîn, tecrube û şîroveyên min jî nedibû. Ez li ser tiştên hevalên min jiyane derketim rê. Min xwest, ked, têkoşîn, tecrube û destkeftiyên jinan bên dîtin. Di dîrokê de cihê xwe bigirin. Ez di pirtûka xwe de ji bo pirsa ‘ez ji ser tecrubeyên kê derkevim rê’ li bersivê geriyam.    Li derve bi sedan hevalên me yên tecrubeyên xwe vebêjin hene. lê ji ber ez di girtîgehê de bûm, min nexwest vegotinên wan jî girtinê nas bikim. Min xwest li ser tecrubeyên parlamenter û şardarên jin binivîsim. Li girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê em 9 jinên parlamenter û hevşaredar bûn. Li girtîgehên cuda jî hevşaredar hebûn. Min got em dikarin bi nameyê roportajê bikin. Min fikra xwe bi hevalan re parve kir û hemû ketin kelacanek mezin.   *We pirtûk ji ser nameyên bi hevşaredaran re nivîsî. Hun dikarin pêvajoyê hinek vebêjin?   Dîtina navnîşana hevalên di girtîgehan de pir dema min girt. Dîtina navnîşanan 2-3 mehêm me girt. Di ve navberê de min nameyek ku çarçoveya pirtûkê vedibêje amade kir.Min ev name zêde kir û şand ji hevalan re. Di vê pêvajoyê de ji ber min pir pênûs bikar anî zenda min êşiya. Doktor got divê tu milê rastê bikar neynî. Rojê min dikarî du rupelan binivîsim. Heval ketin dewrê. Beşek mezin a nameyan min bi Edîbe (hevaşredara Dêrsimî ya berê) re nivîsî. Me bê navber name ji hevalan re şandin û me bersivên pirsan ji hevalan girtin. Hevalên Sîncanê hema bersiv şandin. Bersiv dihatin lê vê carê zivistan hat. Zivistanê bi şev xebat zehmet bû. Bi roj jî xwarin, paqijî, hevdîtin hebûn. Ji hinek hevalan agahî dereng dihat. Seranserê zivistanê du hevalên min yên odeyê gelek ji min û pirtûkê kişandin.   Di qadên hevpar de bi Sebahat û hevalên din re me pirtûk nîqaş kir. Min hedefek danî pêş xwe. Min dixwest di 8’ê Adarê de bê weşandin. Min bi hewldanek mezin pirtûk berhev kir lê hinek astengî çêbûn. Min û edîtor Hulya Osmanagaoglu her tim ji hev agahî digirt. Di gelek mijaran de pêşniyar û piştgiriyên wê çêbûn. Ji ber min nivîs beş bi beş şandin, hinek tevlîhevî çêbûn.Min xwest çîrokek kapaxa pirtûkê hebe. Min ji Zehra Dogan ya li girtîgeha Amedê re name şand û got tu dikarî wêneyê kapaxê çêbikî. Bi Zehrayê re dema xebatê nemabû. Ji ber girtîgehê destur nedida alavên wêneyan bikeve hundir. Herî dawî Zehrayê wêne şand lê negihişt çapê. Lê tevî her tiştî dema pirtûk bikeve destê me emê her tiştî jibîr bikin.   *Hun hevşaredara Amedê ne. Hun destpêka tecrubeya xwe ya rêveberiyên herêmî dikarin vebêjin?   Di vê pirtûkê de çîroka 22 jinî heye. çîroka min jî yek ji van e. Me di heman pêvajoyê de mijarên dişibin hev jiyane. Piştî min nivîsên jinan qedand min dest bi ya xwe kir. heta ji destê min hat min got ez tecrubeyên cuda binivîsim.    *Destkeftiya bi endamtiya meclîsa di 1970’ê de dest pê kir û îro bi hevşaredariyê didome, çawa dikarî binirxînî?    Di her dema têkoşîna civakî de jinan cihê xwe girtiye, destkeftiyên mezin bidestxitine. Lê bi giştî şûnde vegeryane mutbexê. Ev travmaya têkoşîna azadiya jinê ye. Bi salan ji me pirsîn ‘Dema pisgirêka Kurd çareser be wê jin vegerin mutbexa xwe?’. Li gorî min jinên Kurd taloqkirina azadiya jinê qebûl nekirine û pêngav bi pêngav ji bo avakirina azadiyê di têkoşînê de cih girtine. Ev jî destkeftiya wan ya herî mezine.    *Der barê qada siyasî de êrîşek mijara gotinê ye.Bi tecrubeyên heta niha hatine girtin ji vir şûnde dikare çi bêkirin?    Hewcedariya me jinan pir zêde bi avê yanî bi azadiyê heye.Ev ji bo me mijarek jiyanî ye. Beyî azadî jin nikare bijî. Divê em hêza xwe ji bo ev meşa azadiyê temam bibe xerc bikin. Ez bawer dikim ku jin wê bi ser bikevin.   *Hun ji bo xwendevanên xwe dixwazin çi bêjin?   Nivîskarî vegotinek pir bi îdia ye. Ez xwe di vê astê de nabînim. Ev pirtûk cerebandineke nivîskariyek kolektîf bû. Bi cesareta ku tecruba rojnamegeriyê daye min û bi piştgiriya hevalan ev pirtûk derket holê.Bêguman hesta ku ‘bila berdewama wê bê’ jî bi min re afirand. Niha dor hatiye hevalên me yên din. Di vê navberê de me bi hev re pirtûka Vîrgînîa Woolf ya bi navê ‘Bila odeyek aydê we hebe’ xwend. Ez bawer dikim ku wê hilberînên nû derkevin.