Hediye Yûsif: Di çareseriya aloziya Sûriyeyê de rola gelê Kurd girîng e 2018-09-17 09:02:07   Lîlav ELî   ŞEHBA - Hevseroka Meclîsa Federaliya Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif anî ziman ku ji bo çareseriya aloziya Idlibê û Sûriyeyê rol û mîsyona gelê Kurd girîng e û got:"Bê gelê Kurd û tevahiya gelê Sûriyeyê pirsgirêk û aloziya li Sûriyeyê çareser nabe. Ji bo çareseriyek mayinde divê daxwaz û siberoja gelên li Sûriyeyê dijîn esas bên girtin."   Hevseroka Meclîsa Federaliya Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif derbarê rewşa Sûriyeyê ya dawî û polîtîkayên derbarê Sûriyeyê de got ku ji bo şerê li Sûriyeyê bi dawî bibe kûrbûna li ser xalek hevpar pêwist e lê Îran, Tirkiye û Rûsya tenê li ser berjewendiyên xwe kûr dibin. Loma ev pirsgirêk zû zû nayê çareserkirin.   Hediye Yûsif diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan û statuya gelê Kurd wan bi rejîmê re hevdîtin pêk aniye û got:"Ji bo diyalogek aştiyane me bi Rejîma Sûriyeyê re hevdîtinek pêk anî. Diyaloga di navbera Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û rejîma Şamê de gelek girîng e, ger hewldanên baş bê kirin dê krîza di navbera rejîma Sûriye û MSD'ê de bi dawî bibe. Ev jî ji bo çareserkirina aloziya li Sûriyeyê gavek girîng e. Bila hemû cîhan bizanibe ku bêyî gelê Kurd ew ê tu aştî li Sûriyeyê pêk neyê."   'Di çareseriya aloziya Sûriyeyê de rola gelê Kurd girîng e'   Hediyeyê wiha dewam kir:" Niha operasyona Idlibê jî di rojevê de ye. Idlib jî ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê xalek girîng e. Mijara Idlibê dê bibe sedema pêvajoyek nû. Ji bo encamên aştiyane divê mijara Idlibê baş bê nîqaşkirin. Konseya Ewlekariya Navneteweyî ji ber ewlehiya gel bi awayekî germ li operasyona Idlibê nanêre. Îran, Tirkiye û Rûsya nikarin bi serê xwe aloziya Sûriyeyê çareser bikin. Îhtimalek ku ev şer li herêmên wekî din belav bibe jî heye. Ji bo ev şera belav nebe, di çareseriya aloziya Sûriyeyê de rola gelê Kurd girîng e."   'Efrîn ji bo me xeta sor e'   Hediyeyê da zanîn ku ji bo aloziya li Sûriyeyê bi dawî bibe divê Efrîn ji çeteyan bê paqijkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Niha pirsgirêka herî girîng a li Sûriyeyê yek jê dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ne. Rola dewleta tirk a li Sûriyeyê tenê li ser talankirinê ye. Ji bo dewleta tirk kêmasiyên navxweyî veşêre Efrîn dagir kir, bi hezaran kes hatin îşkencekirin û koçberkirin û niha jî ev îşkence didome. Efrîn ji bo me xeta sor e. Ji bo aramî û aştiyê divê Efrîn ji çeteyan bê paqijkirin û gelê Kurd di nava diyalogên navneteweyî de jî cihê xwe bigirin. Bê gelê Kurd û tevahiya gelê Sûriyeyê pirsgirêk û aloziya li Sûriyeyê çareser nabe. Ji bo çareseriyek mayinde divê daxwaz û siberoja gelên li Sûriyeyê dijîn esas bên girtin. Pêngavên partî û rêxistinên Kurd di warê demokrasî û çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê de gelek girîng e. Her wiha ev yek dê bandorek êrênî li ser aştî û azadiya gelê Rojhilata Navîn jî bike."