'Jîneolojî dê bibe çareseriya pirsgirêkên jin û civakê' 2018-09-15 10:32:42   MINBIC - Endama Navenda Lêkolîna Jîneolojiyê Yasemîn Xoco diyar kir ku ew zanista Jîneolojiyê di nav civakê de belav dikin û got:"Jîneolojî dê bibe çareseriya pirsgirêkên jin û civakê."   Endamên Navenda Lêkolîna Jîneolojiyê li Rojavayê Kurdistanê û li Bakurê Sûriyeyê xwe bi rêxistin dikin û gel perwerde dikin. Li Bajarê Minbica ku ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin ev bû salek ku Navenda Lêkolîna Jîneolojiyê hatiye avakirin. Endama Navenda Lêkolîna Jîneolojiyê Yasemîn Xoco bi lêv kir ku armanca wan ew e ku hevjiyana azad û perwerdeyê di nava civakê de belav bikin.    Yasemîn Xoco destnîşan kir ku ev bûye salek ku Navenda Lêkolîna Jîneolojiye li Minbicê hatiye avakirin û wiha got:"Em dixwazin li ser esasên perwerdeyek têr û tije civak hişyar bibe. Di heman demê de rola Jîneolojiyê ew e ku jin bikaribin di nava civakê de mafên xwe biparêzin. Jinên ku  beşdarî perwerdeyên Jîneolojiyê dibin fikra wan û tevgera wan jî diguhere."   'Ji bo pirsgirêkên jinê çareser bibe Jîneolojî girîng e'   Yasemînê bal kişand ser rêbaza çareserkirina pirsgirêkên jinê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Li Minbicê jin gelek hatine çewisandin, gelek ji mafên xwe yên xwendinê bêpar mane, gelek jî di temenê biçûk de hatine zewicandin. Di çareserkirina pirsgirêkên bi vî rengî de rêbaza Jîneolojiyê taybet û girîng e. Loma em hewl didin ku zanista Jîneolojiyê li tevahî Minbicê belav bikin. Ger hemû jin piştgiriyê bidin hev û xwedî li zanista Jînolojiyê derkevin jîneolojî dê bibe çareseriya pirsgirêkên jin û civakê. Em dixwazin li ser esasên perwerdeyek têr û tije civak hişyar bibe. Di heman demê de rola Jîneolojiyê ew e ku jin bikaribin di nava civakê de mafên xwe biparêzin. Jinên ku  beşdarî perwerdeyên Jîneolojiyê dibin fikra wan û tevgera wan jî diguhere. Divê hem jin hem jî mêr eleqeyê bide Jînolojiyê."   Her wiha Sedîqa Xilo ya ku beşdarî dersên Jîneolojiyê dibe got:" Ji avakirina Navenda Lêkolîna Jîneolojiyê heta niha pêşketinên girîng çê bûne. Pêşketinên mezin di kesayeta min de jî çê bûn. Min rastî û hêza jinê fam kir.  Em ê her di nav tevgerê de bin ku vê zanista Jîneolojiyê pêş bixin. "