Ji ber derbên leşkerên tirk pirsgirêka avê dijîn 2018-09-15 10:10:07   Şêrîn Zêrevan-Delal Cemîl   TIRBESPIYÊ - Gelê Gundê Kil Hesenak a Tirbespiyê ji ber derbên leşkerên tirk pirsgirêka avê dijîn. Jina bi navê Fedîla Ferho ya li Gundê Kil Hesenakê dijî dibêje:"Dema ku em nêzî kaniyê dibin leşkerên tirk guleyan li ser me dibarînin. Em dixwazin ev zilma bi dawî bibe û em bi awayekî azad li ser axa dê û bavên xwe bijîn."   Li Gundê Kil Hesenak a Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişloyê 30 mal hene. Ji ber ku dema gelê li Gundê Kil Hesenakê dijîn diçin ser kaniyê leşkerên tirk guleyan li ser dibarînin, pirsgirêka kêmasiya avê tê jiyîn. Jina bi navê Fedîla Ferho ya ku dibe şahidê vê pirsgirêkê wiha dibêje:"Dewleta tirk a dagirker li tu derê rehetiyê nade gelê Kurd. Divê em jî bibin yek û li dijî vê zilmê bêdeng nemînin û li dijî vê yekê têkoşînek hevpar bikin."   Fedîla Ferho diyar kir ku heger kêmasiya pirsgirêka avê çareser nebe dê jiyan zehmettir bibe û got:"Berê gundê me gelek xweş bû. Kaniya wê gelek xweş e û dema ku mirov diçe ser bêhna wan fireh dibe. Lê leşkerên tirk destûrê nadin ku em tamekê ji vê yekê bike. Beriya demekê ciwanek dema ku çû ser kaniyê leşkerên tirk gule berdayê û jiyana xwe ji dest da. Divê ev zilim bê dîtin û dawî li bêdengiya cîhanê bê."   'Berxwedana hevpar lazim e'   Fedîlayê da zanîn ku ji bo pirsgirêk bên çareserkirin berxwedana hevpar lazim e û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema ku em nêzî kaniyê dibin leşkerên tirk guleyan li ser me dibarînin. Em dixwazin ev zilma bi dawî bibe û em bi awayekî azad li ser axa dê û bavên xwe bijîn. Dewleta tirk a dagirker li tu derê rehetiyê nade gelê Kurd. Divê em jî bibin yek û li dijî vê zilmê bêdeng nemînin û li dijî vê yekê tekoşînek hevpar bikin."