Ji bo malbatan cezayê hevdîtinê 2018-09-13 09:05:13   ŞIRNEX - Li girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê ku malbat di her hevdîtinê de rastî pêkanîna lêgerîna tazî tên. Ş.Cengîz a li girtîgehê li dijî vê pêkanînê derket 3 meh cezayê hevdîtinê danê û der barê wê de lêpirsîn hat vekirin.   Hat hînbûn ku li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê malbat di her hevdîtinê de rastî pêkanîna lêgerîna tazî tên û derket holê ku malbatên li dijî vê dertên jî der barê wan de girtek tê girtin. Xizmên girtiyan bi lêv kirin ku di odeya ku jin tên lêgerînkirin kamera heye. Ş. Cengîz diyar kir ku ji ber li dijî lêgerîna tazî derketiye der barê wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.   ‘Kamera li odeyê hene’   Ş.Cengîz bi lêv kir ku piştî lêprisînê şûnde 3 meh cezayê hevdîtina vekirî girtiye û wiha pê de çû: “Di her hevdîtinê de heman tiştî dikin. Her tiştî ji ser me digirin. Di odeya jin tên lêgerînkirin de du gardiyan hene. Her tiştê me derdixin. Kamera jî hene. Her kesî tazî dikin. Di mehên borî de heman tişt kirin. Lê vê carê pir zêde pê de çûn. Min jî got ‘êdî bes e’. Wan jî got ‘tu kî yî’. Min got 'mafê we tu ne hûn wisa bikin.' gotin 'em çi bixwazin em ê bikin.' Piştî vê hîna min cilê xwe li xwe nekiribûn gardiyanên mêr ketin hundir. Ez birim odeya midûr. Gotin ‘li wir xizmekî girtî dema esrar derbasî hundir dikir hatiye girtin. Ji ber vê lêgerîna tazî dikin.’ Piştî girtek hat girtin sê meh cezayê hevdîtinê û lêpirsîn hat destpêkirin.