'Zewaca di temenê biçûk de siberoja civakê dike xetereyê' 2018-09-13 09:02:57   Stêrvan Bêrîtan   MINBIC - Jinên ku li Minbicê dijîn û di temenê biçûk de hatine zewicandin anîn ziman ku ji bo siberoja civakê tarî nebe divê pêşî li zewaca di temenê biçûk de bê girtin û gotin:"Zewaca di temenê biçûk de siberoja civakê dike xetereyê. Loma divê civak di vî warî de bê perwerdekirin." Her wiha Bijîşka bi navê Semer Alhecî jî derbarê zewaca di temenê biçûk de got:"Zewaca di temenê biçûk de ji bo tenduristiyê jî xeter e."   Ji nav pirsgirêkên civakî yên girîng yek jê zewaca di temenê biçûk de ye. Yên ku di temenê biçûk de hatine zewicandin her xetereyên ku pê rû bi rû mane tînin ziman. Jinên Minbicê yên ku di temenê biçûk de hatine zewicandin jî nerazîbûna xwe ya li dijî zewaca di temenê biçûk de anîn ziman û gotin:"Zewaca di temenê biçûk de xeyalên zarokatiyê têk dibe û siberoja mirovan tarî dike. Divê em hemû jin di nava piştevaniyek mezin de bin û nehêlin ku xeyalên zarokan têk biçe û siberoja wan tarî bibe."   Jina Kuafor Newroz Hesen da zanîn ku zewaca di temenê biçûk de ji her alî bandorek neyînî li ser zarokan dike û got:"Zewaca di temenê zarokatî de dibe sedema birînên kûr. Ji bo birînên kûr venebin divê hemû malbat dest bidin hev û li dijî vê yekê têbikoşin. Ji bo hêviyên civakê tune nebe û jiyanek aram divê em hemû bibin yek û li dijî zewaca di temenê zarokatî de derkevin."   'Zarok nikare zarokan xwedî bike'   Jina bi navê Meriyem Yehya ya ku di 16 saliya xwe de hatiye zewicandin got:"Ez di 16 saliya xwe de hatim zewicandin. Kesekî nêrîna min negirt, ji min nepirsî û ez zewicandin. Yên ku bi zorê tên zewicandin jî jin e yên ku êşa herî mezin dijîn jî. Ji ber ku ez di 16 saliya xwe de hatim zewicandin ez dizanim ku mirov çiqas êşê dikişîne. Dema ku zarok çê dibe jiyan zehmettir dibe. Çimkî zarok nikare zarokan xwedî bike. Ji ber ku ez bûme şahidê vê êşê ez keçên xwe di temenê biçûk de nazewicînim. Zewaca di temenê biçûk de xeyalên zarokatiyê têk dibe û siberoja mirovan tarî dike. Divê em hemû jin di nava piştevaniyek mezin de bin û nehêlin ku xeyalên zarokan têk biçe û siberoja wan tarî bibe. Divê hemû dayik û bav di vê hişmendiyê de bin û nehêlin ku zarokên wan di temenê biçûk de bên zewicandin."   'Zewaca di temenê biçûk de ji bo tenduristiyê jî xeter e'   Bijîşka bi navê Semer Alhecî jî da zanîn ku zewaca di temenê biçûk de ji bo tenduristiyê jî xeter e û wiha got:"Zewaca di temenê biçûk de bandorek neyînî li ser derûniya mirovan dike û ev ji bo tenduristiya mirovan jî xeter e. Zewaca di temenê zarokatiyê de rê li gelek pirsgirêkên tenduristiyê vedike. Ji bo tenduristiya civakekê baş be divê li dijî zewaca di temenê biçûk derkeve. Ez bang li hemû dayik û bavan dikim ku xwedî li zarokên xwe derkevin û wan di temenê biçûk de nezewicînin."