Dayikên Aştiyê yên Rojava: Ramîn, Zanyar û Loqman peyamberên aştiyê bûn 2018-09-13 09:01:53   Rûken Goman     DÊRIK - Dayikên Aştiyê yên Dêrika Rojavayê Kurdistanê derbarê îdamkirina Aktivîstên Kurd Ramîn Huseyîn Penahî, Zanyar Mûradî û Loqman Mûradî diyar kirin ku dê faşîzm bi serîlhildana gelê Kurd têk biçe û gotin:"Hêz û dîroka gelê Kurd dê li dijî faşîzm û dîktatoriya Rejîma Îranê bi ser bikeve. Dê Ramîn, Zanyar û Loqman neyê jibîrkirin, dê hesabê vê yekê bê birsîn."   Aktivîstên Kurd Ramîn Huseyîn Penahî, Zanyar Mûradî û Loqman Mûradî ji aliyê Rêjîma Îranê ve di 8'ê Îlona 2018'an de hatin îdamkirin. Dayikên Aştiyê yên Dêrika Rojavayê Kurdistanê derbarê îdamkirina aktivîstên Kurd de bi lêv kirin ku divê li dijî vê hovîtiyê bertekên cidî bên nîşandan û gotin:"Ramîn, Zanyar û Loqman peyamberên aştiyê bûn. Rejîma dîktator a Îranê bi awayekî hovane dawî li jiyana wan anî. Pêkanînên Rejîma Îranê yên dijmirovî divê ji aliyê hemû cîhanê ve bê şermezarkirin û ji bo pêşî li pêkanînên qirêj ên nû bê girtin divê hemû cîhan di nava piştevaniyê de bin."   Dayika bi navê Sûad Mustefa destnîşan kir ku divê li dijî rejîma dîktator hemû Kurd bibin yek û got:"Gelê Kurd dema ku bibin yek û li dijî siyaseta îmhayê derkevin dê polîtîkayên qirêj ên Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê vala derxin. Rejîma Îranê di bin navê îslamê de mirovan darve dike û sûcê mirovatiyê dike. Sûcê mirovatiyê mijarek navneteweyî ye. Hemû cîhan divê li dijî vê yekê rabin. Rêbazên dûrî nirxên mirovahiyê yên ku ji aliyê Rejîma Îranê pêk tê derbek mezin li aştî, wekhevî û azadiya gelan dixe. Rojhilata Navîn û hemû cîhan ji ber rêbazên dûrî nirxên mirovahiyê di xetereyê de ne."   'Divê hemû jin bibin yek û li dijî dîktatoriya Îranê rabin'   Dayika bi navê Rewşen Reşîd bal kişand li ser rêbazên dewleta Îranê û got:"Ji dîrokê heta niha Rejîma Îranê dijminatiyê li hemû gelên Rojhilata Navîn dike. Polîtîkayên vê rejîmê li ser esasên helandin, tunekirin û qirkirina gelan tên avakirin. Li dijî gelê Kurd dijminatiya bi salan heye. Gelê Kurd ê ji bo azadî, aştî û wekheviyê têdikoşin her bûye hedefa Rejîma Îranê. Her wiha ev dijminatî li dijî jinan jî didome. Ne tenê jinê Kurd, hemû jinên ku li Îranê dijîn bi pêkûtî û zextên mezin rû bi rû dimînin. Loma divê hemû jin bibin yek û li dijî dîktatoriya Îranê rabin. "   'Ramîn, Zanyar û Loqman peyamberên aştiyê bûn'   Rewşenê da zanîn ku Ramîn, Zanyar û Loqman peyamberên aştiyê bûn û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Îdamkirina peyamberên aştiyê Ramîn, Zanyar û Loqman li dijî mirovatiyê ye. Em ê vê hovîtiya Rejîma Îranê tu carî ji bîr nekin. Hêz û dîroka gelê Kurd dê li dijî faşîzm û dîktatoriya Rejîma Îranê bi ser bikeve. Dê Ramîn, Zanyar û Loqman neyê jibîrkirin, dê hesabê vê yekê bê pirsîn. Ramîn, Zanyar û Loqman peyamberên aştiyê bûn. Rejîma dîktator a Îranê bi awayekî hovane dawî li jiyana wan anî. Pêkanînên Rejîma Îranê yên dijmirovî divê ji aliyê hemû cîhanê ve bê şermezarkirin û ji bo pêşî li pêkanînên qirêj ên nû bê girtin divê hemû cîhan di nava piştevaniyê de bin."