'Ji bo girtiyên nexweş divê înîsyatîf bê girtin' 2018-09-12 15:17:17   ENQERE - ÎHD'a Enqereyê, rapora derbarê girtiyên nexweş ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan weşand û bang kir ku divê ji bo girtiyên nexweş Wezareta Edaletê , Wezareta Tendirustiyê û Komîsyona Mafên Mirovan a TBMM'ê demildest înîsîyatîfe bigirin.   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê û Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) rapora xwe ya 2017-2018'ya derbarê girtiyên li girtîgehên Herêma Anatolyaya Hundir ku amade kir bi civîneke çapemeniyê ya li avahiya ÎHD'ê bi raya giştî re parve kir. Rapor ji aliyê endama ÎHD'ê ya Enqereyê Nuray Çevîrmen ve hat xwendin. Nuray diyar kir ku rapor li gorî nameyên girtiyên nexweş yên li girtîgehên Herêma Antaoyaya Hundir ku bi rêya malbat û parêzerên xwe ji ÎHD'ê re şandine hatiye amde kirin.   Belgeyên 127 nexweşên girtî hat nirxandin   Nuray, di çarçoveya rapora hatiye amdekirin de diyar kir ku belgeyên 127 nexweşên li Girtîgeha Afyonê ya Tîpa T,  Gitîgeha Boaluyêya Tîpa F, Girtgîgeha Eskîşehirê ya Tîpa H, Girtîgeha Kayserî ya Tîpa T,  Girtîgeha Jinan a Sîncanê , Girtîgeha Kirikkaleyê ya tîpa F, Girtîgeha Tokatê ya Tîpa T hatine nirxandin.   'Mafê kesesane yê biryardayînê tê astengkirin'   Nuray di berdewamiyê de anî ziman ku sedema herî bingehîn a  binpêkirinên mafên nexweşan astengkirina wan a dermankriinê ye û wiha got: "Kesê anî kesa ku di girtîgehê de ye bi awayekî xwezayî êşê dikişîne. Bêbiryarhiştina kes a derbarê wan de bingeha vê ye.  Standartên navneteweyî, peyman, protokol, dibêjin ku divê tu cudahî di navbera mafên kesê gitî û yê di nav civakê de tune be."   Li girtîgehan 426 girtî û hikumxwar hene'   Nuray anî ziman ku sedema bingehîn a ji mafê xwe sudnegirtina girtiyan yek jê jî hejmara zêde a di  girtîgehan de ye û diyar kir ku di nota agahdarkirinê ya TBMM'ê ji komîsyonê re şandiye de, li 449 girtîgehên bi kapasîteya 211 hezar û 274'an  246 hezar û 426 hukumxar û gitî hene. Nuray wiha berdewam kir: "Zêdebûna kesên li girtîgehan li gorî nifusa welêt gelek zêde ye û ji ber vê binpêkirina mafên girtiyên nexweş jî zêde ye. "