Kampa AFAD’ê ya li Midyadê hat valakirin 2018-09-12 11:48:19   MÊRDÎN – Kampa AFAD’ê ya Mîdyatê bi temamî hat valakirin. Ezidiyên ku li derve hatin hiştin bi defetên xwe hewl didin li nava bajar û navçeyê xwe bi cih bikin.    Miduriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê ya Wezareta Karên Hundir di rojên derbasbûyî de ragihandibû ku dê 5 kampên penaberan ên li Mêrdîn, Semsûr û Dîlokê bên valakirin û penaberên li van kampan veguhezînin kampên li Hatay, Kilîs, Riha û navçeyên Rihayê Kaniya Xezalan, Serêkaniyê û Pirsûsê.   Penaberên ku di kampa AFAD'ê ya  Midyatê de dimînin ji kampê hat derxistin. Penaberên êzdî ku diyar kiribûn ew naxwazin bi penaberên ereb re bimînin hewl didin ku bi derefeên xwe li nava bajêrê Mêrdînê û navçeyên wê xwe bi cih bikin. Ezîdiyan anîbûn ziman ku li kampên ereb li wan dimînin ewlehiya canê wan tune û naxwazin di heman kampande bi cih bibin.     Penaberên Erep jî şandin kampên li bajarên din û Kampa AFAD’ê ya Mîdyatê niha bi temamî vala ye.