Girtiyên siyasî ji bo girtiyên nexweş û Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin 2018-09-12 10:03:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran girtiyên PKK’yî û PAJK’î yên li zindanan ji bo sê rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. Daxwaza girtiyan ew e ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û girtiyên nexweş werin berdan.   Li ser navê bi hezaran gritiyên PKK’yî û PAJK’î yên li zindanên Tirkiyê Denîz Kaya heftiya bihurî daxuyaniyek da û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tehdeya li ser gritiyên nexweş.   Denîz Kaya ragihandibû ku ji 12’ê Îlonê û pê ve ew ê bi mebesta hişyaridayinê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan bikin. Girtiyan çalakiya xwe îro dan destpêkirin.