Li Edeneyê jinek hat qetilkirin 2018-09-12 09:33:34   EDENE - Li Navçeya Çukurovayê mêrê bi navê Hamit G. jina bi navê Sezen A. qetil kir û piştre xwe intihar kir û dawî li jiyana xwe anî.   Li Navçeya Çukurovayê ya Edeneyê do di saetên şev de Hamit G. li xwişka xwe geriya û diyar kir ku wî Sezen A. qetil kiriye. Xwişka Hamit G. bûyer bihîst şûnde telefon girt û çû cihê bûyerê. Xwişka Hamit G. dema ku hat cihê bûyerê dît ku Sezen A. ji serê xwe derb xwariye. Li ser îhbara kesên ku bûn şahidê bûyerê ekîbên tendirustiyê hatin cihê bûyerê. Ekîbên tenduristiyê li cihên bûyerê lêkolîn kirin û diyar kirin ku Hamit G. û Sezen A. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane.    Cenazeyên Hamit G. û Sezen A. ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.