‘Divê em tevgerên femînîst û LGBT'î xurt bikin’ 2018-09-12 09:24:32   STENBOL - Aktîvîstê kuîr Cem Ozturk ku ji ber nasnameya xwe ya zayendî rastî newekheviyê hat, balkişand ser şîdeta zêde bûye û got: “Civak fîgura mêr diparêze û mexdûr lînç dike. Ya me xilas bike veguhestina civakî ya radîkal e. Riya avakirina civakek nû ya ne mêtînger ev e. Divê em ji bo veguhestina qada cemawerî dengê xwe bilind bikin.”   Aktîvîstê Kuîr Cem Ozturk ku li Nexweşxana Dewletê ya Maltepê di beşa polîklînîka Urolojiyê de ji aliyê doktor ve ji ber nasnameya zayendî rastî mobîngê hat derbarê kampanyayên #MeToo ve #MeQueer û polîtîkayên cudakirinê yên li Tirkiyeyê de axivî.   *Em dikarin te nas bikin?   Ez aktîvîstê Kuîr im. 23 salî me. Li Stenbolê rûdinim. Ez ji lîseya Fen a Ataturk mezun bûme. Min li zanîngeha Nottîngham Genetîka Mirovan xwend. Ji 17 saliya xwe de sosyalîst im û di tevgera LGBTÎ de me.   *Şîdet bandorek çawa li ser jin û LGBT'iyan dike. Hûn zêdebûna şîdetê çawa dinirxînin?   Di şîdeta li ser jinê de têkiliyên desthilatdarî, kontrola zayendî, îdeolojiya serdest, tabuya mahremiyetê, piştgûhkirina dewletê heye. Li cîhana ku jin ne azad û wekhev in, zayenperestî, baviksalarî, heteroseksîzm, şîdet û nefret dertê holê. Ev îdeolojiyên paşverû dikeve têkiliyê desthilatdariyê û xwe ji nû ve bi teşe dikin. Zayenda civakî li gorî hewcedariya pergalê mêr û jinê derdixe holê. Yên li dijî van rolan dertên jî bi awayeki tûnd tên cezakirin. Yên ji êrîşan bi bandor dibin ne tenê jin in, mêr, zayendên din û yên bê zayend jî ji vê para xwe digirin.   *Wek LGBT'î di roja îro pisgirêkên li Tirkiyeyê dijî çi ne? Em dizanin ku ji aliyê doktorekî ve rastî mobîngê hatin, hûn dikarin hinek vebêjin?   Li Tirkiyeyê her desthilatdariyê homofobî û transfobiya xwe afirand. Lê welatê me ev 10 salên dawî de di bin êrîşek giran a ol û paşverû de ye. Yên herî zêde ji van êrîşan jî bi bandor dibin LGBT'î ne. Mafên me yên starbûn, perwerde û xebatê tê xespkirin û em di bin tehdîda cînayetên nefretê de dijîn. Civak her carê nerazîbûna xwe li hember min nîşan dide. Lê ez dizanim ku ez ne cuda me, ez parçeyek civakê me. Ez xwe kirdeya muxalefeta civakê dibînim.    Belê ez di demek nêz de rastî heqeretên doktorekî hatim. Piştî min ev îfşa kir, keça wî, hezkriyê keça wî û parêzerê wî der barê min de kampanya lînçê da destpêkirin. Di vê pêvajoyê de agahiyên nasnameya min, qeydên nexweşiyê û heta navnîşana mala min li ser înternetê hat belavkirin. Hedef hatim nîşandan. Peyamên tehdîdê hatin ji min re .Ez rojên zor jiyam. Min serî li dozgerî, Odeya Tabîban, CÎMER, SABÎM û TÎHEK da. Ji vir şûnde ya divê em bikin ev ku mijar di rojevê de bê girtin, pêvajoya hiqûqî bê şopandin û edelet pêk bê. Tiştên min jiyan rêgeza perwerdeya tipa li Tirkiyeyê carek din nîşan da.    *Kampanya #MeToo ya li Hollywood dest pê kir, pêşî vekir ku dengê LGBT’yan bê bihîstin. Bi hezaran LGBT'î bi tacîz û şîdeta re tên rû hev bi etîketa #MeToo di twîtterê de parve dikin. Hûn vê çawa dinirxînin?   Îfşakirina binpêkirina mafan û newekheviyê li gorî min peywira mirovahiyê ye. Ji aliyê mexdur ve îfşakirina gumanbar polîtîk e. Li Tirkiyeyê pergala hiqûqî bi giştî tune nebe jî, welatekî ku newekheviyê dike ye û ji ber vê divê di têkoşîna hiqûqî de rayagiştî bê avakirin. Di kuştinên jinan de me girîngiya bertekên raya giştî dît. Ji ber vê îfşakirin gelek girîng e. Di pêşîgirtina binpêkirinên nû de ev tedbîrek baş e. Îfşakirina min ji aliyê gelek doktorî ve nehat qebûlkirin û bertek nîşan dan.    Her wiha ez di wê baweriyê de me ku kampanya #MeToo çavên dijminên jinan, LGBTÎ’yan tirsandiye.    * Di kuştinên jinan û êrîşên zayendî de gumanbar bê ceza tên hiştin. Hûn pergala darazê ya li welat çawa dinirxînin?   Li Tirkiyeyê pergala edeletê bi destê desthilatdariya siyasî bi awayekî hovane hatiye texrîbkirin. Em di nokteya heyî de bê pergaliyê dibînin. Bêdadî normal bûye û sedema vê ya herî mezin ev e ku muxalefeta civakî şûnde kişyaye. Gel wisa hatiye çewisandin ku bêdeng maye. Lê em dizanin ku hêrsek civakî jî heye. Ya me xilas bike veguhestina civakî ya radîkal e. Riya avakirina civakek nû ya ne mêtînger ev e. Divê em ji bo veguhestina qada cemawerî dengê xwe bilind bikin.