Jina ku çapemeniyê sûcdar îlan kir, hat girtin 2018-09-12 09:22:55   SEMSUR - Yusuf Tunç ku beriya tevlî PKK’ê bibe bîranîn nivîsibûn, di çapemeniyê de wek ‘ji dayika xwe alîkarî xwest’ hat nîşandan û li ser vê dayik Şehrîban Tunç hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku Şerîban di hucreyê de tê girtin û parêzerê wê diyar kir ku wê der barê nûçeyên mijara gotinê de kar û barê qanûnî bidin destpêkirin.   Li bajaroka Komurê ya Semsurê piştî pevçûna ku 4 leşkerî jiyana xwe ji det da şûnde cendermeyan operasyona binçavkirinê dan destpêkirin. Li Kaşkoy bi ser 12 navnîşanan de hat girtin û yek jê jin 8 welatî hatin girtin. Her çiqas ku hinceta binçavkirinan pevçûn bê nîşandan jî di binçavan de tu pirsên der barê mijarê de nehat pirsîn.   Nameya Yusuf Tunç ya beriya tevlî PKK’ê bibe nivîsiye û bîranînên xwe yên li Bulamê nivîsî di çapemeniyê de bi sernavên ‘ji dayika xwe alîkarî xwest’ hat weşandin. Henekên bi hevalên xwe kiriye wek ‘alîkarî’ û silava ji gundiyan re şandiye jî wek ‘sazbûna KCK’ê nirxandin. Piştî van nûçeyan şûnde dayika Yusuf, Şerîban Tunç sûcdar hat îlankirin. Dayik Şerîban bi sûcdariyên ‘li ser navê rêxistinê faliyet meşandin’, ‘endamtiya rêxistinê’, ‘propagandaya rêxistinê’ hat sûcdarkirin û sewqî girtîgeha Tîpa E ya Semsurê kirin.   Şerîbanê di peyama xwe ya bi hevkariya parêzerê xwe şandiye de wiha got: “Min nameya kurê xwe ya ji bîranînên wî yên berê pêk tê girt. Ez beyî sedem 4 rojan binçavan de mam. Ez van sûcdariyan qebûl nakim.”   Parêzer Bulent Temel da zanîn ku der barê pêvajoya binçavkirina muvekîla wî de di çapemeniyê de nûçe derketin û got wê der barê çapemeniyê de serlêdanên qanûnî bikin.