Di 12’ê îlonê de jinê li koguşan berxwe dan: Me destûr nedan ku me tune bikin 2018-09-12 09:15:46   Habîbe Eren- Dîlan Babat   ENQERE - Ayten Saçik û Sema Guven ên li Girtîgeha Mamakê li dijî faşîzma 12’ê îlonê bi hev re têkoşiyan gotin: “Ji wir sax derketin ne pêkan bû. Lê me bi rêxistin û piştevaniyê pêkanînên dijmirovane û îşkence şikand. Îro pêvajoyek xerabtir tê jiyîn.” Ayten û Semayê banga têkoşîna yekbûyî kir.   Di ser darbeya 12’ê îlonê de 38 sal der bas bû. Tevî 38 salî pêkanînên 12’ê îlonê her ku çûn dijwartir û zêde bûn.   Ayten Saçik û Sema Guven ên di 12’ê îlonê de li Girtîgeha Mamakê bûn û rastî îşkenceyên giran hatin diyar kirin ku jinên di heman koguşê de diman li dijî pêkanînên îşkenceyê bi awayekî hevdem berxwedan nîşan dane.   Ayten a 2 mehan di navenda îşkenceyê ya Laboratuvara Lêkolîna Kûr (DAL) de ma got li wir gelek tişt hatiye serê wê û got: “Em rastî her cureyê îşkenceyê hatin. Ewil birin Mamakê. Piştre em li blokên A, C û yên din geriyan. Piştre kirin bloka A. Li vir jî veqetandin du koguşan. Di pêvajoya darbeyê de me got ‘Em ne leşker in, em girtiyên siyasî yên jin in.’ Em bi dehan carî rastî îşkenceyê hatin. Hemû hewcedariyên me hatin qedexekirin. Em hinek di bloka A. de di tecrîdê de hatin girtin. Êrîşên dijwar pêk hatin.”   ‘Em li dijî pêkanînan bûbûn yek dil’   Aytenê di berdewamiyê de daxuyakirin ku di wê îşkenceya sîstematîk de sax derketin ne pêkan bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Em li dijî pêkanînan bûbûn yek dil. Ji ber piştevaniyê em bûn xwedî helwest. Me pratîkên rast nîşan dan. Vê jî çavsoriya rêveberiyê zêdetir dikir. Di 12’ê îlonê de kêm be jî hiqûq hebû. Dema mirov li wan rojan û li îro dinêrin, zext zêdetir bûne. Destûra Bingehîn a 12’ê îlonê didome. Dibêjin rakirine lê ne wisa ye. Îro dîktatoriya kesekî didome. Çi li ku kengî pêk tê nayê zanîn. Wê demê jî pir kes di girtîgehan de bûn lê ne qasî îro. Pêkanînên îro ji 12’ê îlonê xerabtir in.”   ‘Ev pêvajo ji 12’ê îlonê xerabtir e’   Aytenê balkişand ser aboriya Tirkiyeyê û got aborî, hiqûq û edelet têk çûye û ev tişt anî ziman: “Mafê mirovan nema ye. Welat parçe parçe hatiye firotin. Dewlet destên yek kesî de ye. Ez vê pêvajoyê ji 12’ê îlonê xerabtir dibînim. Ev ancax bi têkoşîna hepvar dikare bê beralîkirin. Divê eniya herî berfireh bê avakirin û dest ji van parçebûnan bê berdan.”   ‘Divê em bên cem hev û bêjin bes e’   Aytenê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku têkçûyina Tirkiyeyê aborî ye û ji bo vê veşêrin jî şer tên îlankirin û wiha dawî lê anî: “Jixwe em di nav şer de ne. Li cihekî aborî têk biçe mirov nikarin behsa mafê mirovan bikin. Gel ne aram e. Di rojên pêş de wê teqez serî hildin. Divê em bibin yek û ji vê pêşveçûnê re bêjin bes e.”   Sema Guven jî ku bi gelek jinî re li Mamakê ji îşkenceyê derbas bû got Mamak yek ji cihên ku herî zêde îşkence û pêkanînên dijmirovane lê hatiye jiyîn e û wiha got: “Li Mamakê pêkanînên dij mirovahî û rêbazên cezayên giran pêk dihatin. Beriya me bibin Mamakê em du salan birin enstîtuya perwerdeyê. Em li wir diman. Piştî demekê em birin Mamakê. Em birin bloka D. Zext û berxwedan li wir jî berdewam kir. Di 12’ê îlonê de ji her alî mirovan berxwe dida. Li girtîgeha mirovan têkoşîna jiyanek aştiyane û wekhev dihat dayin. Li Mamakê îşkence bi awayekî sîstematîk dihat meşandin. Ji ber îşkenceyê gelek hevalên me jiyana xwe ji dest dan.”   ‘Me destûr neda ku me tune bikin’   Semayê her wiha bi lêv kir ku jinan li dijî tunekirina îrade û polîtîkayên asîmîlasyonê berxwe dane û tu car teslîm nebûne û ev tişt anî ziman: “Tevî hemû zextan me destûr neda ku rûmeta mirovahiyê tune bikin. Me tavîz neda. Pêkanînên dijmirovane yên 12’ê îlonê îro jî didome. 12’ê îlonê neqedyaye. Em îro hîna jî dijîn. Wê demê dîktatoriya faşîst a vekirî hebû. Niha jî dîktatoriya yek kesî heye.”