'Dê li dijî dagirkeran têkoşîn bidome' 2018-09-12 09:02:51   Sorgul Şêxo   TIL TEMIR - Hevseroka Meclîsa Gundê Til Nesriyê Ehlam Mihemed derbarê xebat û projeyên xwe de axivî û got:"Ji bo em radestî destên dagirkeran nebin û em jiyanek azad û serbixwe bijîn divê em her têbikoşin. Armanca me ew e ku em pêdivêyên gel cih bînin û hewl bidin ku di nava jiyanek aram û ewle de bijîn. Loma dê li dijî dagirkeran têkoşîna me bidome."   Piştî ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) êrîşî Efrînê kirin şûnde bi hezaran Efrînê hatin koçberkirin û gelek jê li Kampên Şehbayê bi cih bûn. Nêzî 83 malbat jî li Gundê Til Nesriyê bi cih bûn. Yên ku li Gundê Til Nesriyê bi cih bûn meclîs û komînên xwe ava kirin û xwe bi rêxistin kirin. Hevseroka Meclîsa Gundê Til Nesriyê Ehlam Mihemed jî derbarê xebat û projeyên meclîsê de axivî û got:"Ji bo gelê Efrînê yê ku hat koçberkirin divê hemû rêxistinên mafên mirovan têkevin nava tevgerekê. Divê cîhan li dijî hovîtiya dewleta tirk û çeteyen wê bêdeng nemîne. Em li vir li berxwe didin û em dixwazin ku cîhan jî piştigiriyê bide vê berxwedana me."   Ehlam Mihemed da zanîn ku wan meclîs û komînên xwe ava kirine û got:" Piştî ku gelê Efrînê neçarî koçberiyê bûn nêzî 83 malbatan li gundê Til Nesriyê yê girêdayî Bajarê Til Temirê bi cih bûn. Bi rengekî xwezayî û demokratîk gelê gund hilbijartin çê kirin û ez  bûm hevseroka komîn û meclisê. Gel êdî xwe ji nû ve birêxistin kirin. Gel vîna xwe radestî destên dagirkeran nekir û li berxwe dan. Me ji bo zarokan alîkariya derûnî kir û ji bo wan pêşdibistan vekir. Kooperatîfa çandiniyê hat vekirin. Me hewl da ku di her malekê de fêkî bê çandin da ku gel di warê xwarinê de tengasiyê nejî. Niha em amadekariya vekirina fabrîkaya cil û bergan dikin. Em ê dibistanên nû jî ji bo zarokan vekin."   'Dê li dijî dagirkeran têkoşîn bidome'   Ehlamê diyar kir ku dê li dijî dagirkeran têkoşîn bidome û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji bo em radestî destên dagirkeran nebin û em jiyanek azad û serbixwe bijîn divê em her têbikoşin. Armanca me ew e ku em pêdivêyên gel bi cih bînin û hewl bidin ku di nava jiyanek aram û ewle de bijîn. Loma dê li dijî dagirkeran têkoşîna me bidome. Ji bo gelê Efrînê yê ku hat koçberkirin divê hemû rêxistinên mafên mirovan têkevin nava tevgerekê. Divê cîhan li dijî hovîtiya dewleta tirk û çeteyen wê bêdeng nemîne. Em li vir li berxwe didin û em dixwazin ku cîhan jî piştigiriyê bide vê berxwedana me."