ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2018'AN 2018-09-12 09:01:05   *Ji dîrokê heta niha jinan ji bo hebûna xwe û bibin xwedî mafên xwe yên herî rewa têkoşiyane û bedelên giran dane. Jinan her dem bi têkoşîn û zanebûna xwe peşengtiya jiyanek azad û serbixwe kirine. Heta niha her dem jin hatine astengkirin. Ji bo jin çanda xwe nejîn û azad nejîn her dem bi zextên hişmendiya baviksalarî rû bi rû mane. Jinên ku her dem koletî li ser wan hatine ferzkirin û bi qirkirinê rû bi rû mane niha jî bi vînek xurt têkoşîna xwe didomînin. JI PÊNÛSA JINAN   *Hevseroka Meclîsa Gundê Til Nesriyê Ehlam Mihemed derbarê xebat û projeyên xwe de axivî û got:"Ji bo em radestî destên dagirkeran nebin û em jiyanek azad û serbixwe bijîn divê em her têbikoşin. Armanca me ew e ku em pêdivêyên gel cih bînin û hewl bidin ku di nava jiyanek aram û ewle de bijîn. Loma dê li dijî dagirkeran têkoşîna me bidome." DÎMEN HEYE   *Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê bi hezaran kes mecbûr man ku li Kantona Şehbaye bi cih bibin. Jinên ku ji ax û malên xwe bûn û niha di Dibistana Musatê ya ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatiye hilweşandin, bi cih bûne gotin:"Bextewariya herî mezin vegera li ser axa xwe ye. Em hêvî dikin ku em ê vegerin Efrîna xwe. Efrîn a me ye ne ya dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ne." DÎMEN HEYE   *Zarokên Til Temirê ya Kantona Hesekê bi kêf û kelecanek mezin berê xwe didin dibistanên xwe û dibêjin:"Em ê xwedî li ziman û nasnameya xwe derkevin." DÎMEN HEYE   *Li Sîlopiyê piştî qedexeyên derketina derve li şûna xaniyên hatin hilweşandin li sê herêmên cuda avahî hatin çêkirin û avahiyên du herêman teslîmî malbatan hat kirin. Malbatan got hîna salek xaniyan neqedyaye, xanî tên xwarê û hîna tapoyên wan nehatine dayîn. DÎMEN HEYE   *Jinên mehên havînê derdikevin zozanan bi nêzîkbûna zivistanê re têkoşîna wan a kedê zêdetir dibe. Zînê Acar a ku keda wê nayê dîtin diyar dike ku ew ji ber di nav xwezayê de dijî gelek kêfxweş e. DÎMEN HEYE   *Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak derbarê hilbijartina heremî de axivî û anî ziman ku saziyên jinan ên  hatine girtin wê careke din vebikin û wiha got: “Ji ber vê jî me dest bi xebatên xwe kir.” DÎMEN HEYE   *Hat diyarkirin ku ji ber ava bi jeng ya didin girtiyên jin ên Sîncanê nexweşiyên çerm rû dane û di kantîna girtîgehê de jî ava bi marka ‘cendirme’ tê firotin. Her wiha hat gotin ku li girtîgeha Bayburtê jî ava germ hefteyê du caran tenê saetekö tê dayîn.     *Ayten Saçik û Sema Guven ên li Girtîgeha Mamakê li dijî faşîzma 12’ê îlonê bi hev re têkoşiyan gotin: “Ji wir sax derketin ne pêkan bû. Lê me bi rêxistin û piştevaniyê pêkanînên dijmirovane û îşkence şikand. Îro pêvajoyek xerabtir tê jiyîn.” Ayten û Semayê banga têkoşîna yekbûyî kir. DÎMEN HEYE   *Ji demên berê û heta niha jinên kurd her tim bi keda destan çanda kurdewar pêşve birine û heta roja îro anîne. Li Elbaxê jina bi navê Zahîde Polat ku hem ji hiriyê û bi teşiyê pêdiviyên xwe pêşwazî dike çanda kurdewar jî di parêze û het roja îro aniye.  her nivîn,  gore û berik   bi Teşiye û hiriyê hilbirîne.  DÎMEN HEYE   *Kargeriyên biçûk ên ji ber krîza aborî rojên zehmet dijîn li dijî bihabûna jiyanê jî bi bertek in. Suzan Sonmez û Zahîde Abdulterî yên dikana patîleyê vekirine û debara xwe pê dikin, diyar kirin ku ev du mehe her tişt pir bûha bûye û rewş qet ne baş e. DÎMEN HEYE   *Yusuf Tunç ku beriya tevlî PKK’ê bibe bîranîn nivîsibûn, di çapemeniyê de wek ‘ji dayika xwe alîkarî xwest’ hat nîşandan û li ser vê dayik Şehrîban Tunç hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku Şerîban di hucreyê de tê girtin û parêzerê wê diyar kir ku wê der barê nûçeyên mijara gotinê de kar û barê qanûnî bidin destpêkirin.