Muavînê Metro Turîzmê zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû hişt 2018-09-11 14:53:31   HATAY - Di otobusa Metor Turîzmê de muavînê ku zarok bi êrîşa zayenîdre rûbirû hişt bêyî ku tu tiştek derbarê wî de bê kirin ji otobusê hat daxistin.   Di otobusa ku duh ji êvarê ji Hatayê rêwî dibirin Bursayê de zaroka ku li gel malbata xwe rêwî bû ji aliyê muavînê otobusê ve bi êrîşa zayendî re rûbirû hat hiştin. Hat diyarkirin ku muavînê êrîşkar li cihekî betlanê yê rêwiya ji otobusê hatiye daxistin û derbarê wî de tu lêpirsîn nehatiye vekirin. Herwiha navê muavîn jî nehat zanîn.   Hêjayî gotinê ye ku fîrmaya Metro Turîzim berî vê bûyerê jî bi îdayên tacîz û êrîşa zayendî ketîbû rojevê.