ÎHD:Kesên li dijî kincên yekreng li ber xwe dan bi ser ketin 2018-09-11 14:13:25    STENBOL - ÎHD'a Stenbolê ku pêkanîna kincên yek reng şermezar kir, diyar kir ku berxwedana li dijî kincên yekreng berxwedaneke meşrû ye û di dîrokê de kesên ku ji bo mafên xwe yên meşrû li ber xwe dane bi ser ketine.   Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê (ÎHD), ji bo ku balê bikişînê ser pêkanîna kincên yek reng çalakiya xwe ya ku her mehê pêk tîne ya 7'emîn ji ber ku qada Galatasarayê hat qedexekirin li avahiya xwe li dar xist. Civîna ku endamên ÎHD'ê tevli bûn pankarta "Ferzkirina kincên yek reng îşkence ye"hat daliqandin.    Daxuyanî ji aliyê endamê ÎHDP'ê Mehmet Acettîn ve hat xwendin. Mehmet west ku qedexeya li ser Qada Glatasarayê divê demildest bê rakirin û wiha got: "Li her  aliyê erdnîgariya ku em lê dijîn, em di pêvajoya ku mafên mirovan roj bi roj tên desteser kirin re derbas dibin. Çawa ku hînbûna wê ev tundî kengî bi dawî bibe zahmet e, texmînkirina tundya ku ew ê bê kirin jî hêsan e. Girtiyên siyasî yên li girtîgehan di bin tecîrdeke giran de ne.   Sibe 38'emîn salvegera 12'ê Îlonê ya Darbeya Leşkerî ye. Di serdema 12'ê Îlonê de li girtîgehan hemû pêkanînên dijmirovî hatin kirin.  Kincên yek reng jî yek ji van pêkanînan bûn. Tişta bi ku tê xwestin ferzkirina kincên yek reng bê kirin heman tişt e. Bi vê pêkanînê tê xwestin ku girtî bê nasnameya siyasî bên hiştin. Lê di dîrokê de tişta hatiye dîtin ew e ku berxwedan mafê herî meşrû ye û kesên ku li dijî binpêkirina mafên xwe yê herî meşrû li ber xwe dane bi ser ketine. Kincê yek reng ji ber ku tu gitî naxwazin li xwe bikin ferzkirina wan tundî  û îşkence ye. Îşkence sucê mirovahiyê ye."