Gelê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê dê rejîma Îranê şermezar bike 2018-09-11 11:17:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku Rejîma Îranê 3 Aktivîstên Kurd îdam kirin û êrîşî Koyê kirin şunde gelê Rojhilatê Kurdistanê dê sibehê derkevin qadan û xwepêşandanê li dar bixin.    Piştî ku Rejîma Îranê 3 Aktivîstên Kurd îdam kirin û êrîşî Koyê kirin şunde gelê Rojhilatê Kurdistanê dê sibehê derkevin qadan û xwepêşandanê li dar bixin. Hat ragihandin ku dê sibehê ji Îlamê heta Ûrmiyeyê xwepêşandan bên lidarxistin. Aktivîst û welatiyên Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku ew ê li dijî îdam û komkujiyan derkevin qadan.    Çi bûbû?   Rejîma Îranê di 8'ê Îlonê de 3 Aktivîstên Kurd îdam kiribûn. Di heman rojê de jî êrîşî cihên partiya HDK-HDK-Î kiribûn. Piştî êrîşan 15 kesî jiyana xwe ji dest dabûn û 40 kes jî birîndar bûbûn.