Jinên Şengalê li berxwe didin 2018-09-11 11:08:34   Orîvan Ebdo/ Delîla Axîn   ŞENGAL - Piştî fermana 3'ê Tebaxa 2014'an gelek Êzidî mecbûr man ku li Serdeşta Çiyayê Şengalê bi cih bibin. Niha jî gelek jê jiyana xwe li wir didomînin. Jinên Êzidî yên li Serdeşta Çiyayê Şengalê di çadiran de dimînin gotin ku ew tevî hemû zehmetiyan têkoşîna jiyanê didin û ew ê her li berxwe bidin.    Jinên Êzidî yên ku li çadirên Serdeşta Çiyayê Şengalê dimînin peyama berxwedana jiyanê dan û gotin ku ew ji bo jiyanek aram û ewle her di nava berxwedanê de ne.   Jina bi navê Neam Berkat diyar kir ku ev 4 sal in ku li Serdeşta Çiyayê Şengalê têkoşîna jiyanê dide û got:"Em di nava çadiran tevî hemû zehmetiyan hewl didin ku li ser piyan bisekinin. Niha em hiriyê li ser kaniyê dişon da ku em zivistanê dijwariyê nekişînin. Av ji ber ku kêm e em tên li ser kaniyê hiriya xwe dişon. Daxwaza me ew e ku hemû Êzidî bên li ser axa xwe bijîn û têbikoşin. Çimkî dema ku mirov ji hev hêzê bigire û bi hev re têbikoşe dê bêtir serkeftî bin."   'Di nav şerdên dijwar jî me serî netewand'   Jina bi navê Cunê Hecî jî anî ziman ku ew bi salan e têdikoşin û ew vê têkoşînê bidomînin û got:"Ez jî niha li ser kaniyê cilan dişom. Ji ber ku av kêm e em jî tên li ser kaniyê cil û hiriya xwe dişon. Di nav şerdên dijwar de jî me serî netewand. Em dibêjin bila hemû jinên Êzidî li berxwe bidin û serî li dijî dijmin netewînin. Em ê heta dawî têkoşîna jiyanê bidin."