Li Helepçeyê semînera Jîneolojiyê 2018-09-11 09:41:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji aliyê Komîteya Jîneolojiyê ya Başûrê Kurdistanê li navçeya Xurmala Helepçeyê semînera Jîneolojiyê hat lidarxistin.    Semînerên gel ên ku ji aliyê Komîteya Jîneolojiyê ya Başûrê Kurdistanê tê lidarxistin didome. Semînera ku ji aliyê Komîteya Jîneolojiyê ya Başûrê Kurdistanê li navçeya Xurmala Helepçeyê semînera Jîneolojiyê hat lidarxistin, ji aliyê Nivîskar-Rojnameger Necibe Qeredaxî hat pêşkeşkirin. Semîner li pirtûkxaneya navçeyê hat lidarxistin û gelek kes beşdar bûn.    Necibe Qeredaxî diyar kir ku armanca wan ew e ku gel di mijara Jîneolojiyê de agahdar bikin. Necibeyê da zanîn ku divê jin ji bo civakê xwe azad bike.