Xilûd Ebdo: Kiryarên dewleta tirk ên li Efrînê ne li gor ola Îslamê ye 2018-09-11 09:01:48   Ronîda Hacî     HESEKÊ - Endama Rêveberiya Saziya Jinên Oldar a Kantona Hesekê Xilûd Ebdo derbarê kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li Efrînê got:"Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrînê binpêkirina mafên mirovan dike. Kiryarên dewleta tirk ên li Efrînê ne li gor ola Îslamê ye."   Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê, her roj agahiya îşkenceyê û revandina mirovan tê girtin. Têkildarî mijarê Endama Rêveberiya Saziya Jinên Oldar a Kantona Hesekê Xilûd Ebdo da zanîn ku îşkenceyên ku li Efrînê li mirovan tên kirin li dijî ola Îslamiyetê ye û got:"Ola Îslamê olek aştîxwaz e. Lê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrînê ji helwestek aştiyane dûr her roj zilmê li mirovan dikin. Ev yek jî ne li gor ola Îslamê ye."   Xilûd Ebdo diyar kir ku ola Îslamê fermana kuştin û talankeriyê nade lê li Efrînê her roj fermana kuştin û talankeriyê tê dayin û wiha got:"Ev êrîşên ku dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê pêk anîn li dijî projeya netewa demokratîk û ola Îslamê bû. Çimkî niha zilm û zordestiya li Efrînê tê kirin ne li gor rêgezên Mislimantiyê ye. Çimkî mirov tên revandin, îşkencekirin, malên wan tên talankirin, bi hezaran mirova hatin koçberkirin, zarok hatin qetilkirin, destdirêjî li dijî jinan tê kirin, êrîşî xwezayê dikin. Ev kiryarên ku ji aliyê dewleta tirk pêk tê hem dijhiqûqî hem jî ne li gor rêgezên Îslamê ye. Yên ku dibêjin 'YPG terorist e' bila berê li kiryarên ku dikin, binêrin. YPG'ê her dem ji bo ewlehî û aramiya gel têkoşiyaye."   'Efrîn a Efrîniyan e, ne ya dagirkeran'   Xilûdeyê bi lêv kir ku kiryarên dewleta tirk ên li Efrînê ne li gor ola Îslamê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê bi darê zorê Efrîn dagir kirin. Lê Efrîn a Efrîniyan e, ne ya dagirkeran. Dewleta tirk û komên girêdayî wê li Efrînê binpêkirina mafên mirovan dike. Ola Îslamê olek aştîxwaz e. Lê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrînê ji helwestek aştiyane dûr her roj zilmê li mirovan dikin. Ev yek jî ne li gor ola Îslamê ye."