ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2018'AN 2018-09-11 09:00:00   *Endama Rêveberiya Saziya Jinên Oldar a Kantona Hesekê Xilûd Ebdo derbarê kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li Efrînê got:"Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrînê binpêkirina mafên mirovan dike. Kiryarên dewleta tirk ên li Efrînê ne li gor ola Îslamê ye."   * Endama Kooperatîfa Aboriya Jinê Minîfa Cima derbarê firina Gelawêjê ya ku li Gundê Helwayê yê Tirbespiyê hat vekirin got:"Ji bo siberojek pêşketî û aram divê em xwedî li keda jinê derkevin û em qadên nû ava bikin ku jin aboriya xwe geş bikin." Her wiha Endama Rêveberiya Kongreya Star a Bakurê Sûriyeyê Hediya Şemo jî got:"Ji bo jin neçewisin û di bin siya hişmendiya baviksalarî de nemînin divê di warê aboriyê de xwedî hêzekê bin. Ji bo jin bibin xwedî hêz em ê heta dawî bixebitin."   *Jina bi navê Xezala Reşîd ku li Gundê Leylanê dimîne û debara xwe bi çandiniyê dike diyar kir ku dema ew dixebite xwe bi hêztir dibînî û got:"Ez dema ku çandiyê dikim bi xwezayê re dibim yek û ji bo geşkirina aboriyê dikevim nava hewldanekê. Di heman demê de li xwezayê xwedî jî derdikevim. Çimkî xwedîderketina li xwezayê rihê mirov zindî dike." DÎMEN HEYE   *Malbata ku piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê derbasî Efrînê bûn anîn ziman ku li Efrînê pêkanînên dijmirovî tên kirin û gotin:"Dewleta tirk gel dixapîne û dibêje 'me demokrasî aniye Efrînê' lê ev yek ne rast e. Dema ku em vegeriyan Efrînê em bi zilim û îşkenceyan rû bi rû man." DÎMEN HEYE   *Jina Êzidî ya bi navê Kîbar Îbo derbarê kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê da zanîn ku bêdengiya rêxistinên navneteweyî ji rêgezên mirovahiyê re xizmet nake, tenê ji berjewendiyên kesayetî re xizmetê dike û got:"Niha li Efrînê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê sûcên mirovatiyê dikin û rêxistinên mafên mirovan li dijî vê yekê erka xwe bi cih nînin. Ev yek tenê ji berjewendiyên kesayetî û kapîtalîzmê re xizmetê dike. Divê dawî li vê bêdengiyê bê." DÎMEN HEYE   * Jinên ku ji Efrînê hatin koçberkirin niha li Kampa Berxwedanê ya li Fafînê bi cih bûne daxwaz dikin ku raya giştî ya navneteweyî dengên wan bibihîse. Jinên Efrînê gotin:"Hovîtiya ku li Efrînê tê kirin qey nayê dîtin? Bêdengî erêkirina komkujiyan e."  DÎMEN HEYE   *Yek ji jinên di dezgehên îskenceya 12'ê Îlonê de Sakîne Cansiz naskiriye Qudret Karahan diyar kir ku dîtina Sakîne bandorek mezin li ser wê kiriye û got: "Nêrîna wê di gava yekem a vekirina derî de hê li ber çavê min e."  DÎMEN HEYE   *Hevjîne Mehmet Pîtekê ku di 1’ê Nîsana 2016’an de bi guleyê hat kuştin Kîymet Pitek diyar kir ku wê derbarê qetilkirina hevjînê xwe de serlêdana sûc kiribû. Lê li gel ku ewqas dem derbasû jî wna tu encam negirtiye. DÎMEN HEYE   *Nalîn Guneş a hilberînên keda destan a xwişka wê ya wênexêz ku li ser kaxizê xêz dike, veguhert rastiyê û got: "Armanca me ne tenê bi dukanê qezenckirina pere ye. Em dixwazin cesaretê bidin jinan."DÎMEN HEYE   *Endama Komîsyona Bawerî û Maf a HDP’ê Çîlem Kuçukkeleş diyar kir ku wek parçeyek qirkirina çandî ya bi sedsalane li hember Elewiyan pêk tê li Dêrsîmê daristan tên şewitandin û got: “Ev xweza wê bixwe li dijî vê zilmê derkeve. Dar hezar carî jî bên şewitandin wê dîsa li ser vê axê zindî bibe.” DÎMEN HEYE   *Ji DEMOS’ê Nîsan Alici ku pêvajoya aştiyê ya Kolombiyayê dişopîne, diyar kir ku divê saziyên civaka sivîl, tevgerên jin û LGBT'iyan jî beriya pevajoya fermî dest pê bike, rojeva aştiyê bigirin rojeva xwe û got li Tirkiyeyê wê teqez ji nû ve pêvajoyek nû ya li ser maseyê rûnin dest pê bike.DÎMEN HEYE   *‘Wê sibehê em li Qişlaya leşkerî ya Selimiye di koxuşa jinan de şiyar bûn. Darbe bibû. Lê bandora darbeyê ya li girtîgehan beriya vê çêbibû’. Ev gotin aydê nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk e. Mukaddes ya şahida darbeyê ye, diyar kir ku pêşketinên civakî, polîtîk û îktîsadî, êrîşa li hemberî Dayikên Şemiyê ji darbeya 12’ê îlonê ne serbixwetir e. BI DÎMEN   *Li gorî daneyên Wezareta Dadê li girtîgehan 70 hezar xwendekarên girtî hene. Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku girtina xwendekaran a bi hezaran tê wateya ku li wî welatî faşîzm heye. Meralê got divê li dijî vê zordar û dijhiqûqiyê bi hemû hêza xwe ew li qada bin.   *Herî dawî ji bo bajaroka Komurê ya DBP’î qeyûm hat tayînkirin û welatiyên bajarokê bertek nîşan dan û gotin: “Em tu car qeyûm nas nakin, naxwazin. Çi karê vî kesî li vir heye. Me ew hilnebijartiye.” BI DÎMEN