Dayika 2 zarokên wê di qedexeyên kolanan de jiyana xwe ji dest dan, binçav kirin 2018-09-10 16:57:37   ŞIRNEX - Esmer Çikmaz, ku di qedexeyên li navçeya Cizîr û Hezexê de 2 kurên wê jiyana xwe ji dest dan, piştî gotina Walî ya “YPS xistiye nava tevgerê" lêpirsîn lê hat vekirin û hat binçavkirin.    Li Şirnex û navçeyên wê, polîsan di çarçoveya lêpirsina Serdozgerê Komarê yê Şirnexê de bi ser gelek malbatan de girt û 23 kes binçav kirin. 23 kesên ku di navde Halîl Yagarcik, Vedat Durak, Ekrem Gerdan û Abdurrahman Yarar jî heye û di bin çavan de rasti lêdanê hatin, piştî hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Waliyê Şirnexê duh der barê serdegirtina malan de got “Kesên ku YPS organîze kirine û xistine nava tevgerê yên Avakirina bajar a PKK/KCK'ê" hatin binçavkirin.    Di nava lêpirsînê de Esmer Çikmaz a 49 salî jî hat binçavkirin. Wali wekî kesa YPS bi rêxistin kiriye pênase kir. Çıkmaz jî sewqî midûriyeta polîsan a Şirnexê kir. Di qedexeyên li navçeya Cizîrê de keça xwe ya 16 salî Yasemin û kurê xwe yê 22 salî Vahap jî li Hezexê di qedexeyan de jiyana xwe ji dest dabû.