Dayikên Şemiyê derbarê Suleyman Soylu de serlêdana sûc kirin 2018-09-10 14:50:57   STENBOL - Dayikên Şemiyê û endamên ÎHD'a Stenbolê, li dijî êrîşa polîsan a li ser hefteya 700'mîn a Dayikên Şemiyê derbarê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn û Qeymeqamê Beyogluyê Savaş Unlu de serlêdana sûc kirin.   Dayikên Şemiyê û endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, li dijî êrîşa polîsan a li ser hefteya 700'mîn a Dayikên Şemiyê derbarê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn û Qeymeqamê Beyogluyê Savaş Unlu de li Edliyeya Stenbolê li Serdozgeriya Komarê serlêdana sûc kirin. Beriya serlêdanê daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn. Di daxuyaniya hat dayîn de pankarta "Em dest ji lêgerîna windayên xwe bernadin" hat vekirin. Di destpêka daxuyaniyê de Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û bertek nîşanî daxuyaniyên reşkirinê yên Suleyman Soylu da.Gulseren diyar kir ku ev qedexe û muameleya li dijî dayikan tê kirin li dijî qanûnên hundirîn û navneteweyî ye.   'Çi guherî?'   Endama ÎHD'ê Sebla Aracan jî diyar kir ku di çalakiya 23 sal e berdewam dike tu sûc nehatiye kirin. Seblayê hevdîtina 2010'an a ku bi Serokomar Erdogan re jî kirin bi bîr xist û ev tişt got: "Tişta em dibêjin rastî ye ji ber vê ditirsin."   Dayika Murat Yildiz Hanîfe yildiz jî bertek nîşanî heqaretên Suleyman Soylu da û banga piştevaniyê li hesên hestiyar kir.   Emîne Ocal jî bahsa qetilkirina lawê xwe kir û got tu sûcê lawê wê tunebûye. Emîneyê herî dawî daxwaza edaletê kir.   Xuşka Cemîl Kirbayir Fatma Kirbayir jî diyar kri ku heta hestiyên birayê wê bên dan û heta ku rondikên çavên dayikan bên sekinandin ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.   Îkbal Eren jî, diyar kir ku ew ji Qada Galatasarayê bang li wicdanê mirovan dikin û edaletê dixwazin.   Hanim tosun jî di axaftina xwe de got ku wan di 699 hefteyên çalakiya li dar dixin de tu heqaret li kesekî nekirine û ew heqareta li wan hatiye kîrin îdeyî xwedîyê wê dikin. Hanim got ku ew ê vê çalakiya xwe ya mafdar berdewam bikin.   Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku kesên bi tundiyê re rûbirû mane jî ew ê wekî kes serlêdana sûc bikin.