Malbatan banga tevlibûna bîranînê kir 2018-09-10 13:59:03   ENQERE - Seroka Komeleya 10 Ekim-Der Mehtap Sakîncî Coşkun û malbatên kesen di komkujiya GAR'a Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, bang li hemû kesên aştî û demokrasiyê diparêzin kir û xwest di 3’emîn salvegera komkujiya 10'ê Cotmehê ya li GAR'a Enqereyê, tev li bîranîna qasidên aştiyê yên hatin kuştin bibin.    Komeleya piştevaniya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê û Malbatên kesên di komkujiya GAR'a Enqereyê ya di 10'ê Cotmeha 2015'an de pêk hat jiyana xwe ji dest dan, di hefteya 35'an de li GAR'a Enqereyê kom bûn û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî û komkujî şermezar kirin. Xizmên kesên jiyana xwe ji dest dan, Dayikên Aştiyê û welatî amade bûn. Girseya ku li qada GAR'ê kom bûn saet di 10.04’an de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Piştre Seroka Komeleya 10 Ekîm-DER'ê Mehtap Sakinci Coşkun û rêvebera Komeleyê Faik Delî ku keça xwe winda kir axaftin kirin.    'Heta ku em nebêjin qediya naqede'   Seroka Komeleyê Coşkun, bal kişand ser encama dozê ya ku li 9 bersûcan 101 caran cezayê muebeta giran birîne û wiha got: "Heta ku em nebêjin ev doz qetiya ye, ev doz naqete. Di cotmehê de 3'emîn salvegera komkujiyê ye. Em dê ji bo 103 canê me yên hatin kuştin di meha pêş de li qadê wan bibîr bînin. Em hemû kesan vedixwînin bîranina 10'ê Cotmeha 2015'an. Pirsgirêka Aştiyê li vî welatî bûye mijarek bêtir girîng. Divê em bi qasî kesên roma komkujyê li GAR'ê kom bûn kom bibin û kesên hatin kuştin bibîr bînin. Em bang li her kesî dikin ku di 10'ê Cotmeha 2018'an de saet di 09.30’an de li Qadê kom bibin.    '35 meh derbas bûn lê bîrdarî nehat danîn'   Faik Delî yê di komukjiyê de keça xwe winda kir jî got "35 meh barîn. Lê hêj bîrdadriyek nehatiye çikılandın. Ka roja komkujiyê we 3 rojan şîn îlan kiribû. Wê demê ew şîna we sexte ye. Em bang li her kesî dikin ku di 3’emîn salvegera komkujiyê de her kes tev li bîranîna Qasidên Aştiyê bibin.