Dayîka Zanyar: Em ê berxwedana xwe mezintir bikin 2018-09-10 12:04:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Dayîka Zanyar Muradî Amîne Qadirî diyar kir ku darvekirina law û qetilkirina hevjînê wê hêrsa wan a li hember zilma rejîma Îranê mezintir kiriye û got ku ew ê têkoşîn û xebata xwe bi awayeke hîn xurtir bimeşînin.    Amine Qadirî, ya ku hevjînê wê Îkbal Muradî yê Endamê Komeleya Mafên Mirovan a rojhilatê Kurdistanê bû li Pencawînê di 17'ê Tîrmehê de hat qetilkirin û lawê wê Zanyar Muradî  jî ji aliyê rejîma Îranê ve di 8'ê Îlonê de hat darvekriin ji RojNewsê re axivî. Amîne anî ziman ku ew ê bi qetilkirina hevjînê xwe Îkbal û darvekirina lawê xwe Zanyar re dest ji têkoşînê bernede û ew ê têkoşîna xwe hurttir bike.    Amîne dazanîn ku darvekirin û qetilkirina law û hevjînê wê bi tu awayî wan ji têkoşîna li dijî zilmê dûr naxe, dê berovajiyê wê têkoşînê bilindtir bike. Amîne bang li tevahî gelê rojhilatê Kurdistanê û bi taybetî yê Merîwanê kir ku bawerî bi gotinên îmam Cumeyê Merîwanê neyênin, di mizgefta wî de nimêjê nekin û di berdewamiyê de wiha got “Îmam Cumeyê Merîwanê ji bo meqamê xwe ji dest nede, zarokên me kirin qurban.”   Hikûmeta Îranê di sibeha 8’ê Îlonê de hersê girtiyên siyasî yên Kurd Zanyar Muradî, Luqman Muradî û Ramîn Hisên Pehanî darve kirin. Îro duyemîn roja taziyeya sersaxiyê ya wan li Pênciwên û Merîwanê ye.