Li Heskêfê barkirina berhemên dîrokî didomin 2018-09-10 11:16:16   ÊLIH - Piştî AKP'ê bendava Ilisû ya Heskifê xist meriyetê, tirbeya dîrokî ya 12 hezar sal berê Zeviya Mele Abdullah bar kirin û birin cihekî din.    Pştî AKP'ê li Heskîfê bendav ava kir gelek cih û warên dîrokî di bin avê de dimîne. AKP li aliyekî warê dîrok û çandê di bin avê de dihêle, li aliyê din berhemên dîrokî ji ser koka wan redike û dibin cihekî din. Piştî ku Turbeya Zeynelbey û Hemam Artukluyan ji koka wan rakir û birin cihekî din danîn, niha jî turbeya Zeviya Mele Abdullah ji koka wê rakirin û birin cihekî din. Tirba Abdullah birin Arkeoparkê. Tirbe bi 37 krîkoyên hidrolik û SPMT yê bi 256 teker bar kirin û birin cihekî 100 deqîqe dûr. AKP dê 5 berhemên din ji cihê wan rakin û bibin cihekî din dînin.    Cîgirê Midûrê Karên Avê (DSÎ)  yê Giştî Murat Dagdeviren, der barê veguhestinê de agahî da û diyar kir ku dê 5 berhemên din jî ji Heskifê rakin û cihê wan biguhezin. Dagdeviren anî ziman ku ew dê Mizgeftên Kizlar. Suleyman Han, Koç, El- Rizik, Deriyê navê hene.