ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2018'AN 2018-09-10 09:00:00   *Endama Meclisa Zagonsaz Haystan Xelef geşedanên siyasî ku li Sûriyê diqawimin nirxand. Haystanê diyar kir ku  jinên pêşengtiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê kirin dê bibin pêşengên çareserkirina krizîra ku Sûriye tê re derbas dibe."   *Li taxa Yeniboyaliyê bi salan e xebatên binesaziyê nayên kirin. Ji ber  ava serebên ku nayên vekirin dar û zevî hişk bûne û ji ber bêhnê zarok nikarin li kolanan bilîzin. Jinên li taxê niştecih bertek nîşanî qeyyûm dan û gotin ku qeyyûm ji gel re xîzmetê nake. BI DÎMEN   *Qazê Talî qala çend dermanên xwezayî ku ji bavê xwe hînbûye kir û got: "Çil tovikên tirî li gel çil livên mewîjên reş, dixist nava hev û di hawind de baş hur dikir,  dermanê mîdê."     *Jina bi navê E.O ya ji Herêma Efrînê derket û xwe ji  hovîtiya dewleta tirk rizgar kir diyar kir ku komên girêdayî dewleta tirk li Herêma Efrînê kiryarên herî hov yên li dijî mirovahiyê  li ser kesên ku li Efrînê mane, pêk tînin û welatî bi revandin, talankirn, girtin, îşkenceyê re rûbirû dimîn e." DÎMEN HEYE   *Prof Dr. Beyza Ustun diyar kir ku şewatên li Dêrsîm û Kurdistanê dertên bi armanca xerakirina bingeha demografîk û ji sermayê re qad bê vekirin tê kirin û got di mijara ku komkujiya li Kurdistanê bi dawî bibe, her kes berpirsyar e.DÎMEN HEYE   *Eylem Tîler a ku hat îdiakirin întîxar kiriye, hevjînê wê Huseyîn Tîller wek gumanbarê kuştina wê hat girtin. Lê di doza Eylemê de tu pêşketin tune ye. Zarokên Eylemê jî ji aliyê dadgehê ve teslîmî apê wan hatibû kirin. Hat îdiakirin ku kurê apê wan zarokan îstîsmara zayendî, li zarokan dike.   *Endama PM’a DBP'ê  Aliye Kizildamar diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şîdeta li ser jinan ku hatiye asta qirkirinê ne tesaduf e û got bi rakirina tecrîdê re wê astengiyên li pêş destkeftiyên jinan jî rabin.   *Huriye Yucel a li gundê Kîlîsk a Kahtayê dijî, diyar kir ku HES a li ser Çemê Kahtayê tê çêkirin jiyana hemû zindiyan dike xeterê.