Kesên ku di encma êrîşa Îranê de jiyana xwe ji dest dan tên definkirin 2018-09-09 19:01:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên ku di encma êrîşa bi fuzeyan a ji aliyê Îranê de li Koyê jiyana xwe ji dest dan tên definkirin.   Li navçeya Koyê ya başûrê Kurdistanê ku baregehên Partiya Demokrat a rojhilatê Kurdistanê (HDK -Î) û HDK lê bûn ku ji aliyê Îranê fe bi fûzeyan hatin hedefgitin kesên ku di encma êrîşê de jiyana xwe ji dest dan tên definkirin. Cenaze piştî wecîbeyên olî yên li Mizgehfta Xêrxwazî ji bo ku li Şehîdgeha Demokrasiyê ya li Koyê bên definkirin derxistin rê.   Li gorî nûçeya di Rojnewsê de hat weşandin; hat aşkerakirin ku bi sedema ewlehiyê destûr nehat dayîn ku rojnameger merasîma definkirinê bişopînin.   Rejîma Îranê du saet di 10.30'an de baregehên HDK-Î û HDK'ê bi fûzeyan hedef girtibûn, di encma van êrîşan de 16 kesî jiyana xwe ji dest dabûn û 40 kes jî hatibû birîndarkirin.   Herwiha 'Parêstvanên Şoreşê yên Îranê' êrîş girtin ser xwe û  gotin ku wan 7 fuze avêtine Koyê.