Ji MKGP'ê ji bo tevlibûna daneşîna rojnamegerên jin bang 2018-09-09 14:59:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, ji bo piştevaniya bi rojnamegerên jin ku ew ê vê hefteyê daneşîna doza wan bê kirin banga tevlibûna daneşînê û parastina rojnamegeran kir.   Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Derbarê rojnamegerên jin ên ku wê vê hefteyê daneşîna doza wan bê kirin de daxuyaniyeke nivîskî da.  Di daxuyaniya ku bi sernavê "Rojnamegerî tê darizandin" hat weşandin de wiha hat gotin: "Li her dera cîhanê rejîmên tundî parêz ji bo ku meşrûyeta xwe bidin avakirin û pergala xwe mayînde bikin di serî de çapemeniyê hedef digirin."   'Tê xwestin ku jinên rojnameger bêdeng bimînin'   Di daxuyaniya ku hat diyarkirin li dijî rejîmên ku bi yek dengî weşanê dikin û çapemeniya ku li gorî wan tevbigere diafrînin, Çapemeniya Azad di hemû şert û mercan de li gel civakê cihê xwe digire û dibe dengê kesên ji derveyî civakê tên hiştin. Herwiha hat diyarkirin ku tê xwestin Çapemeniya Azad bi girtin, qedexe û astengkirin bê bêdengkirin. Li aliyekî din di daxuyaniyê de hat bi bîrxistin ku li gorî daneyên rêxisitnên pîşeyî yên navneteweyî li Tirkiyeyê herî kêm 183 kedkarên çapemeniyê di  girtîgehê de ne, bi dehan jî ji derve de tên darizandin û daxuyanî wiha hat berdewamkirin :   "Di nava gengêşiya ku îkdîdar, dixwaze çapemeniyê veguhêze û bêdeng bike bi taybetî xaleke din a ku divê bê bibîrxistin heye ku ew jî rojnamegerên jin in. Kesên ku naxazin rastî bên aşkerakirin û dixwazin çapemeniyê bêdng bikin, bi giştî rojnamegeran hedef digirin û bi taybetî jî dixwazin ku rojnamegerin jin bêdeng bikin, rojnamegerên ku nikarin bêdeng bikin jî hedef nîşan didin û polîtîkayeke tundiyê ya taybet li dijî rojnamegeran dane avakirin. Nîşana vê polîtîkaya tundiyê jî ew e ku ew ê vê hefteyê li Stenbol û Mûşê daneşîna jinên rojnamger bê kirin."   'Dem dema yekitiyê ye'   Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser dozên jinên rojnameger ku ew ê di vê hefteyê de bên dîtin û di serî de jinên rojnameger, bang li rêxisitnên jinan û hemû derdorên demokratîk hat kirin ku tevli daneşîna dozên jinan ku wê vê hefteyê bên dîtin bibin. Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Di vê rêwîtiya ku em bi hişmendiya jinê dikn de divê ku em jinên rojnameger li dijî kesên ku naxwazin rastî ji civakê re bên ragihandin yekitiya xwe ava bikin û li hevalên xwe xwedî derkevin."   Di daxuyaniyê de cih û dîroka daneşînên jinên rojnamger ku ew ê vê hefteyê derkevin pêşberî dadgehê wiha hatin aşkerakirin:    "*Nuçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Seda Taşkin, wê di 12'ê Îlona 2018'an de cara 3'emîn li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Muşê derkeve pêşberî dadger.   *Ji edîtorên Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETA) Pinar Gayip û Semîha Şahîn, di 10'ê Îlona 2018'an de li Edliyeya Stenbolê li 23'emîn Dadgeha Cezayê Giran derkevin pêşberî dadger.   *Edîtorên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku berî bi 4 mehan qeyîm tayînî wê hat kirin û piştî qeyûm hatin girtin û şandin Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan Reyhan Hacioglu, Hîcran Urun û xebatkara rojnameyê Pinar Tarlak jî di nav de 6 rojnameger girtî bi giştî 14 xebatkarên rojnameyê wê di 12'ê Îlonê de li Edliyeya Stenbolê li 23'emîn Dadgeha Cezayê Giran derkevin pêşberî dadger.   Rojnamegerî ne Sûc e!   Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin!   Platforma Rojnamgerên Jin ên Mezopotamyayê."