Meclisa Jinan a HDP'ê: Darvekirin sûcê mirovahiyê ye 2018-09-09 11:34:36   ENQERE- Meclisa Jinan a HDP'ê ku darvekirina aktîvîstên kurd li Îranê şermezar kir wiha got: "Îro li Îranê darvekirinên ku tên kirin herî zêde jin ji wan bi bandor dibin û dîsa li dijî vê hovîtiyê herî zêde jin têdikoşin. Divê Îran dawî li sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê ku dike bîne."   Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê darvekirina aktîvîstên kurd Luqman û Zanyar Muradî û Ramîn Huseyîn Penahî de ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin de daxuyaniyeke nivîskî da. Meclisa Jinan a HDP'ê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku Divê Îran dawî li sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê ku dike bîne.   Daxuyaniya Meclisa Jinan a HDP'ê wiha ye:   "Îran a ji bo rejîma xwe ya paşverû bi hêz bike û mûxalefeta li dijî xwe biçewisîne serî li darvekirinan dide, ji hêla cezayên darvekirin û pêkanîna wan ve veguheriye erdnîgariyeke hovîtiyê. Lê belê divê bê zanîn ku ev rêbaza hovane ya rejîma Îran serî lê dide, di serîde gelê Kurd, wê hêrsa gelên bindest li hemberî rejîmê kêm neke.   Vê demê sûcên mirovahiyê herî zêde li dijî jinan tên kirin. Herî zêde jin li dijî kirinên van sûcên li dijî mirovahiyê derdikevin.   Di serî de peymana mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û hevpeymana mafê mirovan a Ewropayê tevahiya belge û hevpeymanên xwedî otorîteya navneteweyî ne, bi aşkere diyar kirine ku darvekirin weke cezayekî nikare bê pêkanîn lewma ev dibe pinpêkirina mafên mirovahiyê. Di serî de NY, li dijî vê hovîtiya rejîma Îranê ya li hemberî mixalîfên kurd pêk tîne, deynê tevahiya sazî û dezgehên navneteweyî ye ku bikevin tevgerê. Darvekirin sûcekî mirovahiyê ye, divê rejîma Îranê demildest dawî li van kiryarên xwe yên sûcên mirovahiyê bîne."