'Efrîn veguherandine dojehê' 2018-09-09 09:04:03   Sorgul Şêxo   TIL TEMIR - Fatima Mihemed a ku piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê ji Efrînê derket û dawiyê dîsa vegeriya Efrînê anî ziman ku ew gelek poşman e û got:"Dema ku ez piştî dagirkirina dewleta tirk a li Efrînê vegeriyam Efrînê min dît ku wir veguherandine dojehê."   Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê dike şûnde Fatma Mihemed a ji Navçeya Bilbilê ji bajêr derdikeve, piştre dîsa vedigere Efrînê. Fatmaya ku piştre vedigere Efrînê dibêje:"Dema ku ez vegeriyam Efrînê min dît ku li wir jiyan wekî kabûsên heft serî ye. Zilm û zordestî li gelê wir tên kirin. Dewleta tirk li ser medyayê gel dixapîne û dibejê ku me demokrasî û aştî aniye Efrînê. Lê tiştekî wiha tune ye. Her roj li Efrînê mirov tên revandin û îşkencekirin."   Fatima Mihemed da zanîn ku leşkerên dewleta tirk û komên girêdayî wê li Efrînê xwestine ku lawê wê birevîne û wiha got:"Ji ber ku mala min nêzî benda kontrolê bû her roj digirtin ser mala me. Xwestin ku kurê min birevînin lê bi zorê kurê min ji destên wan filitî. Dewleta tirk a dagirker li Efrînê bi bombeyan mala me hilweşandin. Cara duyem dema ku me xwest em ji Efrînê derkevin dîsa em bi zilma leşkerên tirk û çeteyên girêdayî wê rû bi rû man. Dema derketandinê em li Ezazê hatin sekinandin û çeteyan li law, zava û keça min dan. Me bi zorê xwe ji destên wan filitand."   'Efrîn veguherandine dojehê'   Fatimayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema ku ez piştî dagirkirina dewleta tirk a li Efrînê vegeriyam Efrînê min dît ku wir veguherandine dojehê. Çeteyan malbatên xwe li Efrînê bi cih kirine û nahêle ku kesek bi awayekî azad tev bigere. Dema ku ez vegeriyam Efrînê min dît ku li wir jiyan wekî kabûsên heft serî ye. Zilm û zordestî li gelê wir tên kirin. Dewleta tirk li ser medyayê gel dixapîne û dibejê ku me demokrasî û aştî aniye Efrînê. Lê tiştekî wiha tune ye. Her roj li Efrînê mirov tên revandin û îşkencekirin. Komên çeteyên wekî Sultan Mûrad, Ehrar El-Şerqiyê, Zên El-Dîn ên girêdayî dewleta tirk zilmê li gel dikin. Herî zêde jî jin li wir tên çewisandin. Dest diavêjin jinan û malên gel didizin û talan dikin. Her wiha çiyayên Efrînê jî bi destên artêşa dewleta tirk û çeteyên girêdayî wî tên şewitandin. Hêviya min  ew e ku Efrîn ji dagirkeran û çeteyan rizgar bibe û vegerin ser axa xwe."