Xizmên windayan: Divê kujer bên darizandin 2018-09-08 16:06:59   AMED - Di hefteya 500'î ya çalakiya rûniştina ÎHD û xizmên windayan de polîsan biryara qedexekirina walîtiyê wekî hincet nîşan da û nehiştin ku çalakî pêk were. Xizmên Windayan gotin:"Heta ku em kujeran bibînin em ê têbikoşin. Divê kujer bên darizandin."   Polîs destûr neda çalakiya rûniştinê ya ÎHD û Xizmên Windayan a 500'î ku bi dirûşma "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" her hefte dihat lidarxistin. Parêzkarên mafên mirovan û Xizmên Windayan derbasî Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bûn û li wir daxuyanî dan.   'Hûn ji dayikan çi dixwazin?'   Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan li vir axivî û diyar kir ku qedexe ya ku hatiye danîn ne hiqûqî ye û got:"Hûn ji dayikan çi dixwazin?"   'Em vê qedexeyê şermezar dikin'   Piştre xizma windayan Îffet Muhittaş axivî û got:"Em vê qedexeyê şermezar dikin. Tenê xwesteka me ew e ku kujer bên dîtin û bên darizandin."   Daxuyanî piştî rûniştina ku ji bo bîranîna windayan hat kirin, bi dawî bû.