'Tirkiye aştiyê laikî civaka xwe nabîne' 2018-09-08 14:19:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera HDP'ê Serpil Kemalbay bertek nîşanî cezayên ku li Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê û li Parlamenterê berê yê HDP'ê Sirri Sureya Onder hat birîn da û got:"Armanca van cezayan ew e ku aştiyê têk bibin." Hevseroka Bajarê Îzmîrê ya HDP'ê Semra Uzunok jî got:"Tirkiye aştiyê laikî civaka xwe nabîne."   Rêxistinên Bajaran ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), cezayên ku li li Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê û li Parlamenterê berê yê HDP'ê Sirri Sureya Onder hat birîn bi awayekî hemdem li Amed, Stenboli Enqere, Îzmîr, Edene û li Wanê şermezar kirin.   Li Alsancaka Îzmîrê daxuyanî hat dayin û gelek kes beşdar bûn. Daxuyanî li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta "Dê edalaet bi aştiyê pêk were" hat hilgirtin û dirûşma "Dest parlamenterê min ê ku aştiyê dixwaze nede" hat berzkirin.    'Armanca ew e tecrîdê kûr bikin'   Piştî daxuyaniyê Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay axivî û got:"Armanca vê cezadayinê ew e ku aştiyê têk bibin û tecrîdê kûr bikin. Ew ê bi vê yekê zindanan hîn tije bikin û qeyerana aboriyê jî kûrtir bikin. Em ê wekî HDP'ê li dijî faşîzmê têkoşîna xwe bidomînin."    'Tirkiye aştiyê laikî civaka xwe nabîne'   Hevseroka Bajêra Îzmîrê ya HDP'ê Semra Uzunok a ku daxuyanî xwend jî wiha got:"Koalisyona AKP-MHP'ê ya ku ji bo cihên ku çete lê kom bûnin agirbestiyê dixwazin, aştiyê layiqî gelên Kurd û Tirk nabînin. Îktadar hêviya gel hedef digire û dixwaze tune bike. Bi van cezayên ku dibirin dixwazin aştî û azadiya gelan têk bibin. Em ê dev ji parastina pêvajoya muzkereya çareseriyê ya ji bo Îmraliyê bernedin û di warê mezinkirina hêviyên xwe de em gavê paş de navêjin."