Li Şirnexê 3 sal şûnde wê avahî radestî malbatan bên kirin 2018-09-08 09:12:22   ŞIRNEX - Piştî qedexeya derketina derve ji sedî 70’ê Şirnexê hat hilweşandin û TOKÎ’yên hîmê wan 3 sal berê hatin danîn ku dihat gotin wê di meha Tebaxê de bên radestkirin, hat diyarkirin ku wê 120 avahî di 10’ê vê mehê de radestî  malbatan bê kirin.   Avahiyên TOKÎ’yê yên piştî qedexeya derketina derve li Şirnexê hîmê wan hat danîn, ji van 120 heb wê 3 sal şûnde radestî malbatan bên kirin. Nayê zanîn ku wê avahiyên din kengî bên radestkiin.   Di 3 salan de 120 avahî   Li taxên Bahçelîevler, Dîcle, Cumhuriyet, Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Yenî û Yeşîlyurtê piştî qedexeyê înşata 6500 avahî û 1000 dukanî dest pê kir. Lê ev 3 sale xebat didomin û gelek avahiyên ku divê di Tebaxa 2017’an de bihata radestkirin ji van hinek hatin temamkirin.   Projeya bi gotinên ‘Şirnex digihêje xeyalên xwe’ starta wê hat dayîn piştî projeyê ji sedî 80’ê navçeyê binesaziya wê xera bû. 120 avahiyên li taxa Îsmetpaşa û Bahçelîevler di 10’ê vê mehê de bi çîtikê wê radestî malbatan bê kirin. Tê îdiakirin ku avahiyên din jî qediyane û yên din jî nayê zanîn wê kengî radestî malbatan bên kirin.   Di dema qedexeyê de gelek qadên şînahiyê hatin tunekirin û li qada axê ya li ligel avahiyan bi şitlan ‘Şirnex 2018’ hatiye nivîsin.