Xizmên windayan ji bo hefteya 500’î bang dikin: Em ê heta dawî têbikoşin 2018-09-07 09:18:54   AMED - Xizmên windayan ji bo hefteya 500’î ya çalakiya rûniştinê bang kirin û gotin: “Heta xizmên me neyên dîtin em ê li vê qadê bin. Tevî qedexeyan em ê têkoşînê bidomînin.”   Walîtiya Amedê roja şemiya borî bi hinceta ‘ewlehiya cemawerî’ çalakiya ximzên windayan qedexe kir û çalakiya xizmên windayan vê hefteyê ya 500’î ye. Dê malbatên windayan her hefte bi dirûşmeya ‘bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ çalakiya rûniştinê pêk bînin, hefteya borî ji ber qedexê ji Parka Koşuyolu hatin derxistin. Xizmên windayan niha ji bo hefteya 500’î xwe amade dikin û banga piştevaniyê li hemû aliyên hestiyar kir.   ‘Ji 2011’an heta 2018’an çi guherî’   Xwişka Fehmî Tosun ê di 30’ê cotmeha 1995’an de di bin çavan de hat windakirin, Kiymet Zengîn destnîşan kir ku qedexekirina çalakiya wan bêwijdanî ye û got: “Li Stenbolê li Qada Galatasarayê çalakiya 700’î ya Dayikên Şemiyê jî rastî êrîşê hat. Di 2011’an de li Ofîsa Xebatê ya Serokatiyê ya Dolmabahçeyê bi serokwezîrê demî Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin hat kirin. Ji 2011’an heta 2018’an gelo çi guherî ku çalakiyên rûniştinê niha tên qedexekirin?”   ‘Wê têkoşîna me ya mafdar bidome’   Kiymetê balkişand ser qedexeya di hefteya 499’an û wiha pê de çû: “Em ji bo çalakiyê çûn qada Abîdeya Mafê Jiyanê. Lê me çi dît? Li Amedê hemû teşkîlata polîsan li qadê kom bûbûn. Em ji wan tiştekî naxwazin. Em aqûbeta windayên xwe dixwazin. Em ê têkoşîna xwe ya mafdar heta dawî bidomînin.”   ‘Em ê heta dawî têbikoşin’   Îffet Muhîttaş jî daxuyakirin ku birayekî wê di bin çavan de hatiye windakirin û yek jî di bin navê kuştinên kiryar nediyar de hat qetilkirin û got ew di çalakiyê de li aqûbeta birayê xwe Alî Tekdag û Mehmet Tekdag digere. Îffetê ev tişt bi lêv kir: “Dewlet çalakiya rûniştinê li me ferz dike. Me ji bo windayên xwe li her derî xist. Me çi jî kir dewletê tiştek nekir. Me windayên xwe nedît. Ger hewce bike ez ê dîsa derî bi derî bigerim ji bo birayên xwe. Heta dawiya jiyana xwe ez ê aqûbeta birayên xwe bipirsim. Em ê dest ji lêgerîna xwe ya mafdar bernedin.”