Ji bo Gulîstan a di jêrzemînan de hat qetilkirin, serî li DMME’ê hat dayîn 2018-09-07 09:10:42   ŞIRNEX-Xebatkara NÇM’ê Gulîstan Eylem Ustun li Cizîrê di dema qedexeyan de di jêrzemînê de cenazeyê wê bi giştî şewitî, hatibû dîtin. Di mehên borî de bi hinceta delîl tune ne, derbarê dosaya wê de biryara girtinê dan. Ji ber ku derbarê dosyaê de biryara girtinê hat dayîn parêzeran dosya şand  DMME’ê.   Di qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de ku ji 14’ê Kanûna 2015’an dest pê kir û 79 rojan berdewam kir de, gelek kesî di bodruman de jiyana xwe ji dest dan û dosyayên der barê bûyerê de hatin vekirin jî yek bi yek hatin girtin. Yek ji kesên di bodrumê de cenazeyê wê hat dîtin endama Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Gulîstan Eylem Ustun bû. Derbarê dosya wê de bi hinceta delîl tune, biryara neşopandinê hatibû dayîn. Li ser vê parêzeran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan.   ‘Endama rêxistinê’ îlan kirin û dosya girtin'   Di 12’ê Sibata 2016’an de li jêrzemînan lêkolîn hat kirin û cenazeyê 22 kesan bi giştî şewitî hat dîtin û di nav de Gulîstan jî hebû. Di rapora otopsiyê de taybetiyên temen, zayend, bejn û kîlo yê Gulîstanê nehatibûn tespîtkirin. Ji ber cenaze bi giştî şewitî bû şopa tilî û bedenê nehatibû girtin û ji ber vê malbatê piştî mehan şûnde di encama mînakê DNA’yê de cenaze girt.   Balkêş bû ku dozgeriyê biryara neşopandinê daye dosyayên berê Gulîstan jê dihat darizandin û di cenazê de elementa antîmon jî nehat tespîtkirin û bi vî awayî bi delîlên şênber Gulîstan ‘endama rêxistinê’ hat îlankirin û dosyaya wê hat girtin.    'Li ser cenazeyan otopsî hat kirin'   Di heman demê de li ser parçeyên 6 cenazeyên şewitî otopsî hat kirin û hat diyarkirin cenaze aydê Gulîstan Eylem Ustun, Berjîn Demîrkaya, Sakîne Sîray û kesek nasnameya wê ne diyare ne. Parêzeran îtîrazê girtina dosyayê kirin û serî li DMME’ê dan.