'Di her malek Mexmûrê de bîranînek Sarayê heye' 2018-09-07 09:03:43   MEXMÛR - Sara ya ku xwediya dilekî mezin bû di her malek Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) de bîranînek xwe hiştiye. Hinek ji wan kêliyên xwe yên bi wate û dagirtî jî li gel dayika Asya hiştine.    Sakîne Cansiz ku bi navê Sara jî tê nasîn her du navên wê  jî  koka xwe ji diroka berxwedana jinê digirin. Di dîrokê de jî tê gotin ku her mirovek hinek jî dişibin navê xwe. Sara jî ne tenê şibiya navê xwe jineke ku bi berxwedana xwe wateya navê xwe derbas kiriye ye. Wê bi sekna xwe ya şoreşgerî serî li ber celadên 12'ê Îlonê û tu Nemrûdan netewand. Ji milê wê û bejna wê diyar bû ku wê di binhişiya têkoşîna jinên Rojhilata Navîn de mayînde bibe. Hinekan ew şibandin daristana banyan a ku dema şaxek wê digihe erdê ku bi miliyonan şax jê belav dibe û ew şibandin hemû sembolên berxwedanê yên di nava gelan de xwedî wate. Ji ber wê bi helwest û nêzîkatiya xwe qewîbûnek wiha  da hîskirin.    Wê şaxên xwe dirêjî nava axa çiyayên welatê xwe kirin û niha jî bi miliyonan jin li pey wê ji nava heman axê dertên. Bi taybetî ji silsileya çiyayên Zagrosan ên dergûşa mirovahiyê şaxên xwe  girtine, ji ber ew demarek ê qayîmkirina têkoşîna xwedawendan e. Ji wê heta şoreşa Rojava Waşokanî çavkaniya jiyanê ya despêkê hemû jinan bi pêşengiya Arîn, Avestayan, Zeryan û Asyayan kiriye. Sarayê ev jin nas dikirin dizanibû çi jinên bedew in û ji ber wê ji wan re pêşengî kir û dizanî wê çavên wê vekirî nemînin piştî wan jinan. Jin bi dirûşma ji Sakîne heya Sêvêyan her serê meha Çileyê dest bi bîranîna wan dikin.    Sara kokên jinê yên girêdana wan a bi xwezayê re baş nas dikin. Ji ber wê dizanibû kîjan derman ji bo çi tê bikaranîn. Di pêvajoya li Mexmûrê mayî de gelek şopên kur li pey xwe hiştin. Her deriyê ku mirov diçe teqez bîranînek Sarayê li wê heye. Jina li ser kokên xwe yên qayîm şînbûyî ji her giyayên derdora xwe dermanek derxistiye. Yek ji jinên bi giyayên Sarayê bi ser xwe ve hatiye dayika Asya Turan e. Dema ku nexweş dikeve, bala Sarayê dikêşe û Sara dipirse; "Ka dayê Asya? Çend roj in ez wê nabînim." Dayîkek din dibersivîne û dibêje; "Dayê Asya nexweş e û di nava nivînan de ye." Sara hema dikeve derdorê hinek dermanên ji giyayên xwezayî berhev dike û ji dayika Asya re dibe.   'Ez û hemû jinên derdorê pê ve hatibûn girêdan'   Dayê Asya jî wiha qala wan kêliyan dike; "Keçka min a hem pêşeng, hem bijîşk û hem jî hevala bêkesan bû. Jina pêşeng bû. Her ku bihata  van nêzikan bêyî ku min bibîne nediçû, teqez rêya xwe bi min dixist û halê min dipirsî. Ez jî ewqas pê ve hatibûm girêdan.  Tenê ne ez, hemû jinên cîranên min û derdorê pê ve hatibû girêdan. Ji ber ferq û cudahî li gel wê tunebûn, wê hemû jin hîs dikir û li gel wan bû."   'Ew keça min a ezîz bû'   Asya kêliyên xwe yên dema nexweşketiye û baldariya keçka xwe Sarayê wiha anî ziman; "Ew keça min a ezîz bû. Du keçên min di nava têkoşînê de ne. Lê min tucarî ferqa wê ji keçikên xwe nekir. Ew gelek cuda bû. Rojekê ez nexweş ketim, pirs dike. Ew dizane ku ez zû bi zû nakevim nava nivînan. Dema pirs dike û nexweşiya min hîn dibe, hema diçe hinek dermanên xwezayî ji bo min tîne. Ew derman min hinek ji wan xwarine hinek jî hê li gel min dimînin. Dema ku zarokek nexweş dikeve ez hinekî ji bo wan jî çê dikim didim wan û pê baş dibin. Destên wê derman bûn. Ev giya ji pîroziya destên wê ye û ji bo wê hîna li gel min in. Catir, qesirmehmud û kulikzerk in. Ez avê dikelînim ji her sê rengan jî piçekî diximê û wiha didim zarokên nexweş."   'Porê te yê xelek û xweşik çawan jê bikim'   Asya bîranînek din a xwe ya bi Sarayê re wiha vegot: "Rojekê ji derî de hat û dît ku neviya min Rojîn digirî. Hema wê gavê pirsî  'Ev zarok çima digirî?' Min got; 'keçka min ê hema dest jê berde, ji ber pora wê xeleke digirî.  Dibêje nexweşik e jê bikin. Em jî jê nakin ji ber wê digirî.' Sarayê li ser vê yekê got, 'Na nabe divê Rojîn bizane pora wê çiqasî xweşik e, ji porê xwe hez bike û carek din nebêje jê bikin.' Pê re mijûl bû, bi saetan ji Rojînê re qala porê wê kir, heta bi yê xwe re anî ber hev û got; 'Binêre porê min jî wek yê te xelek e û ez gelek ji porê xwe yê xelek hez dikim. Ev porê te yê xelek û xweşik  tu yê çawa jê bikî? Divê tu nehêlî tu carî ev porê xweşik bê jêkirin' . Ji wê rojê heta niha Rojînê nahêle ku em destê xwe bidin pora wê û negotiye nexweşik e û jê bikin. Berovajî vê yekê gelek ji pora xwe ya xelek hez dike. Ez bi rojan bêjim naqede… Min wêneyê wê mezin kiriye li kêleka wêneyê Qelenderê xwe yê şehîd daniye. Her ku ez firsendê dibînim diçim li ber disekinim bi saetan bi wan re dipeyîvim. Ew her dem li gel min in û herdem dijîn."