ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2018'AN 2018-09-07 09:00:00   *Li seranserê cîhanê şopên koçberiyê yên ku li ser rûyê mirovan dide der bi awayekî aşkere xwe nîşan dide. Êşa mayinde ku her dem di çavên mirovên koçber de wekî xalekê dimîne winda nabe. Lê taybetmendiyek vê yekê heye ku mirovên serhildêr her dem tevî vê êşê berxwedanek mayinde jî didomînin. Gelê Efrînê yên ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wî li Kantona Şehbayê bi cih bûn bi berxwedana xwe ya mayinde di dîrokê de cihê xwe girtin. Jinên ku 58 rojan li berxwe dan vê berxwedanê wiha pênase dikin:"Dema ku bombe bi ser serê me de dibariya, zarok û jin dihatin qetilkirin û li dijî vê yekê cîhan bêdeng dima, me bejna xwe netewand, me serî hilda, heta roja îro." DÎMEN HEYE   *Sara ya ku xwediya dilekî mezin bû di her malek Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) de bîranînek xwe hiştiye. Hinek ji wan kêliyên xwe yên bi wate û dagirtî jî li gel dayika Asya hiştine.    *Bi taybet li gundên Kurdan kevneşopiya nanê sêlê di bin rûyê germ û bi ken ên dayikên Kurd de, tê parastin. Ya girîng ew e ku dayikên Kurd vê çandê bi dilekî xweş didomînin. Dayika bi navê Şemşa Mutlek yek ji wan dayikên Kurd e ku xwedî li kevneşopiya lêxistina nanê sêlê derdikeve. Dayika Şemşa dibêje:"Dema ku ez serê sibehê radibim û nanê sêlê lê dixim ez gelek kêfxweş dibim û bi vê yekê ez malbata xwe jî dilxweş dikim. Ev çanda dayik û bavên me ne. Heta ez hebim ez ê li çanda xwe xwedî derkevim." DÎMEN HEYE   *Elîf Osman û malbata xwe yên ku mecbûr man ku ji Efrînê koç bikin hêvî û dildariya wan huner û vegera ji bo Efrînê ye. Elîfê û malbata xwe bi gotina stranan û amûrên ku lê didin hêviyên xwe yên ji bo vegera Efrînê zindî dihêlin.  DÎMEN HEYE   *Li welatê me zarok mezin nabin. Bi milyonan zarokên me  bê dawî zarok man e. Ji ber wê  ye ku zarokên me zêde ne û kal û pîrên me kêm in. Ji ber ku zarokên me mezin nabin. Cîhana kû em tê de dijîn cihana serdest, zalim, dagiker û bê bextan e. Kesên desthilatdar yên ku li cihê her zindiyekê biryaran digirin û pêkanina van biryaran ji bo xwe weke maf dibînin derbarê zarokan de ji biryarê didin û zarokan weke tune, bê biryar û bê hest  dihesibinin.  Lê belê yên wek wan tevnagerin û li hember biryar û kiryarên wan bê helwest namînin her dem zarok dimînin.    *Vesîle Yuksel bi zarokên xwe Arîn û Avestayê re bi mehane ku di girtîgehê de tê girtin. Keça wê Avesta êşa diran kişand û bijîşk bêyî ku Avestayê muayene bike ji wê re derman nivîsand. Loma Vesîleyê bertek nîşanî vê yekê da. Piştre lêpirsîn derbarê Vesîleyê de hat destpêkirin.    *Li Semsurê her sal di dawiya meha Tebaxê de tiriyên ji rezan tên komkirin û bi keda jinan dims û bastîx tên çêkirin. Jin diyar dikin ku ji komkirina tirî bigirin heta çêkirina hemû berheman ew dikin û ji rewşê bi gazinc in. DÎMEN HEYE   *Xebatkara NÇM’ê Gulîstan Eylem Ustun li Cizîrê di dema qedexeyan de di jêrzemînê de cenazeyê wê bi giştî şewitî, hatibû dîtin. Di mehên borî de bi hinceta delîl tune ne, derbarê dosaya wê de biryara girtinê dan. Ji ber ku derbarê dosyaê de biryara girtinê hat dayîn parêzeran dosya şand  DMME’ê.   *Ji Meclîsa Jinan a Stenbolê Ayşen Ece Kavas pêşniyarên çareseriya li hemberî pêşîgirtina êrîşa zayendî a li dijî zarokan rêz kir û got ger wek pisgirêkek civakî bê destgirtin wê pêşî lê bê girtin.   *Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu ku qeyûm tayînê şûna wê hatiye kirin, diyar kir ku qeyûm ji bo dema pêş, şaredariyê dewrê AKP’ê bike, xebatan dimeşîne û got wê di hilbijartinên herêmî de destkeftiyên xwe yên ku bi qeyûman hatine xespkirin şûnde bigirin.DÎMEN HEYE   *Xizmên windayan ji bo hefteya 500’î ya çalakiya rûniştinê bang kirin û gotin: “Heta xizmên me neyên dîtin em ê li vê qadê bin. Tevî qedexeyan em ê têkoşînê bidomînin.”DÎMEN HEYE   *Endama MYK’ê ya HDP'ê  Ozlem Gunduz bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan a li ser gel e. Divê em hemû têkoşîna xwe di vî alî de zêde bikin.”DÎMEN HEYE