Li Tekîrdagê bersûcê êrîşa zayendî hat girtin 2018-09-06 16:26:41   TEKÎRDAG - Li navçeya Şarkoyê jina ku ji aliyê mêrê bi navê Zekî Bulut ve bi êrîşa zayendî re rûbirû hat hiştin hel da întîhar bike.  Jina ku bi alîkariya kesên li derdorê hat rizgarkirin rakirnin nexweşxaneyê û mêrê ku êrşa zayendî lê kir jî hat binçavkirin û şandin girtîgehê.   Li gundekî navçeya Şarkoy ya Tekîrdagê mêrê bi navê Zekî Bulut ku market dixebitand, ji na li marketê dixebitî bi êrîşa zayendî re rûbirû hişt. Jina ku bûyer ji malbata xwe re vegot hewlda întîhar bike. Jina ku ji bo întîhar bike xwe avêt bahrê ji aliyê kesên derdorê ve hat rizgarkirin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şarkoyê. Li ser giliyê malbata jina ku întîhar kir Zekî Bulut hat binçavkirin û piştre jî hat girtin.