Leşker û cerdevanan nehiştin ku kes beşdarî şînê bibe 2018-09-06 09:56:29   ŞIRNEX - Ji bo şervanê YPG'ê li Şirnexê şîn hat danîn. Cendirme û cerdevanan cihê şînê dorpêç kirin û nehiştin ku kes beşdarî şînê bibe.    Li hemû bajarên Kurdistanê êrîşên li dijî goristanên HPG û YJA-STAR'ê didomin. Ji aliyekî din ve jî dewlet nahêle ku şîn bê danîn. Polîsan berê jî li Amedê girtin ser mala şînê û nehiştin ku şîn berdewam bike. Li Şirnexê jî ji bo şervanê YPG'ê şîn hat danîn lê cendirme û cerdevanan nehiştin ku kes biçe şînê.    Kesên ku tên agahiyên nasnameyê wan digirin!   Malbatê şervanê YPG'yî ku li Efrînê jiyana xwe ji dest dabûn, li Gundê Bêcihê yê Qilebanê şîn danîn lê mala şînê ji aliyê cenderme û cerdevanan ve hat dorpêçkirin. Hat hînbûn ku mala şîn lê hatiye danîn 3 roj in ku bi tank û wesayetên zirxî hatiye dorpêçkirin û kesê ku dixwazin werin şînê jî ji nîvê rê tên vegerandin.    Hat diyarkirin ku kesên dixwazin werin şînê agahiyên wan ên nasnameyê tên girtin û her wiha gef li wan tê xwarin.