Ji bo malbatên berxwedêran dewreya perwerdeyê dest pê kir 2018-09-05 11:37:15   Ronîda Hacî     TIL TEMIR - Akademiya Şehîd Bêrîtan a Civaka Demokratîk a Bajarê Til Temirê ji bo malbatên berxwedêran dewreyek perwerdeyê ya bi navê Şehîd Îbrahîm Salih dest pê kir.    Akademiya Şehîd Bêrîtan a Civaka Demokratîk a Bajarê Til Temirê ji bo malbatên berxwedêran dewreyek perwerdeyê ya bi navê Şehîd Îbrahîm Salih dest pê kir. Dewreya perwerdeyê ji 16 kesî pêk tê. Di perwerdeyê de ew ê mijarên wekî girîngiya perwerdeyê, Dîroka jinê, Jîneolojî, Parastina rewa, Rêveberî û rêxistinbûyin, Şerê taybet bên dîtin.    'Perwerde di her temenî de pêwist e'   Rêvebira Akademiya Şehîd Bêrîtan a Civaka Demokratîk a Bajarê Til Temirê Bêrîtan Muhemed diyar kir ku perwerde di her temenî de pêwist e divê di her temenî de mirov bên perwerdekirin û wiha got:"Perwerdeya me ji 16 kesî pêk tê. Jê 10 jin 6 jî mêr in. Perwerde saet di 07.00 de dest pê dike û saet di çaran de bi dawî dibe. Ji bo siberojek azad û civakek zana divê perwerde her dem bê dîtin. Armanca me ew e ku civak ji dîrok û nasnameya xwe haydar be."   Her wiha Dayika Berxwedêr Rojdem, Henîfa Hisên jî wiha got:"Em jî gelek kêfxweş in ku em beşdarî perwerdeyek bi vî rengî dibin. Ji bo pêşketina civakekê perwerde şerd e. Armanca me jî ew e ku em bi perwerdeyên bi vî rengî bêtir pêş bikevin û kêrî civaka xwe bên."   Dê dewreya perwerdeyê ya Şehîd Îbrahim Salih hefteyekê bidome.